Çalakvanekî Kirmaşanî Hatiye Desteserkirin

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, helbestvan û çalakvanê ji Seraw Qenber a Kirmaşanê Kamran Takûk piştî ku ji bo saziya îstîxbaratê ya artêşa Kirmaşanê hate gazîkirin, îro hatiye desteserkirin.

Li gorî çavkaniyekî nêzikî malbata Takuk, piştî ku Kamran Takuk desteserkirine ew birine Girtîgeha Îstixbarata Artêşê û ji malbata wî re hatiye gotin ku wê çend rojan lêpirsîn li ser wî bê kirin.

Wî çavkaniyî ji malbata çalakvanî re jî re gotiye ku, ew ji ber çalakiyên xwe yên li Instagramê û ji ber têkiliya bi dezgehên ragihandinê yên biyanî re hatiye girtin.

Hêjayî gotinê ye ku roja sêşemê hêzên îtlaatê yên artêşê bi ser mala Kamran Takuk de girtin lê ew ne li malê bû û ji ber vê yekê ji malbatê re gotin ku divê roja çarşemê xwe, telefonên xwe û alavên din ên taybet bîne dezgehên îstixbaratê.

___

Navenda Revenda Kurd Bi Navenda Danîmarkayê Re Civînek Lidar Xist

KDC

Li Yewnanistanê Cesedê Zarokekî Sê Salî Hatiye Dîtin

KDC

Du Welatên Ewropayê Bi Talîbanê Re Danûstandinan Dikine

KDC
KDC

FREE
VIEW