Binar Hişyar dibêje ku wê gelek bername pêşkeş kirine lê tu carî bi qasî îro kêfxweş nebûye, ji ber ku yekem car e ew li ser dike bûye û Serok Barzanî li beramberî wê rûniştî bûye û xaleke din jî pêşkeşkirina Kongreya Konfedrasyona Revenda Kurdistanî bû.
Wê teqez kir ku damezrandina Navenda Revenda Kurd li derveyî welat karekî pir girîng e, ji ber ku 50 milyon Kurd bê dewlet in û lidarxistina kongreyê li Hewlêr a paytext girîng bû.