Dengê Milet 

Yusra Zibêr

Berzanî serî rake û biner
Xaka welat tev bûye zîv û zer
Gelême îro tev bûne serwer
Girtine şahî û dîlan seranser
Bi ramana te tên bi bîr û bawer
Dora dara te girtine dîlan
Dişînin silava ji dil û can
Dişkînin lelê rincûn û pîlan
Gel b andike linav deşt û li nav çiyan
Em kurdin ji reha serok Berzan
Dara bi xwînê hatiye avdan
Ji êş û jarên xwîna şehîdan
Bi omîd û can şikandî derdan
Ronîdaye him dîroka kurdan
Li hawîr Cîhan deng hatî vedan
Dara te her pir nazik û jar bû
Barandin xerdel li waran hejar bû
Helebça birîn qîr û hewar bû
Naz û nazdar bû êşek dijwar bû
Lê çibkim ji destê xwîn xwarê neyar bû
Pir silav ji tere serok berzan
Rêberê kurdan mirovê rêzan
Tu nîşana me di nava cîhan
Tu denkê kesê bin dest û xizan
Tu rewşa gelê kurd û Kurdistan

Nivîsadin 5/19/1992
Bi helkefta damezrandina yekemîn parlamentoya Herêma Kurdistanê

___

Navenda Rewenda Kurdistanê li Awûstralyayê hat damezrandin 

KDC

Serokê Herêma Kurdistanê Roja Hilbijartina Parlementoyê Diyar Kir 

KDC

LIC-IDBI deal: Bank employees oppose proposed takeover

kurdish dc
KDC

FREE
VIEW