Mûsa Enter ( 1920 − 1992 )

Mûsa Enter ( 1920 − 1992 )

Nivîskar û rojnamevanekî kurd bû .

Di sala 1920an de li gundê Zivingê ya bi ser Stilîlê ya ser bi navçeya Mêrdîn Nisêbînê ve hate dinê. Wî hîn di temenekî piçûk de, bavê xwe winda kir û li ber destên dayika xwe Fesla Enter mezin bû ya ku di salên 1930-1940an de muxtara gund û muxtara pêşîn a jin a Bakurê Kurdistanê bû.

Apê Mûsa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn û lîseyê li Adenê qedandibû.
Piştî xwendina lîsê ji bo felsefeyê bixwîne diçe Stembolê û di zanîngehê de, gelek xwendevanên kurd naskirin.

Musa Enter, li ser daxwaza Fayiq Bucak dev ji felsefeyê diqere û qeyda xwe li beşê Huqûqê çêdike. Di wê demê de xwendevan û rewşenbîrên kurd ji bo pirsgirêka neteweyî dikevin nava tevgerê. Her wiha Apê Mûsa ji bo ku xortên kurd li dora xwe kom bike û him ji aliyê madî ve, him ji aliyê manewî û siyasî ve xwedî li xwendevanên kurd derbikevin yûrda Dicle vekirin.

Piştî salek jî bi tevî hin hevalên xwe komeleya Hêvî 1942(kovar) ava kir, bi pêşniyaza van kesan komeleya şagirtan tê damezrandin.

Di sala 1944an de bi keça Ebdurehîm Rehmiyê Hekarî re dizewice û ji wan re 2 kurên bi navê Enter û Dîcle û keçek bi navê Rewşen çêdibin.

Mûsa Enter di sala 1948an de yûrda Firatê vedike û dest bi deranîna rojnameya çavkaniya Dicle dike. Piştî çend salên dirêj li Amedê bi navê “Ilerî Yurd” yanî welatê pêşketî dest bi deranîna rojnameyekê din dike û ew ji ber nivîsên xwe jî ji bo demekê tê gitin.

Di sala 1959an de ji ber doza 49an careke din tê girtin û tevlî 49 hevalên xwe 6 mehan di girtîgehê de dimîne.

Mûsa Enter kitêba xwe ya bi navê “Birîna Reş” di zindanê de dinivîsîne. Her wiha ferhenga kurdî ya bi 6 hezar peyvan pêkhatî, amade dike.

Di dest pê ka salên 60î de, di nava Partiya Çep ên Tirk de, bi awayekî fermî dikeve nava siyasetê.

Di sala 1971an de careke din tê girtin û piştî ji girtîgehê derdikeve, di 1976an de vedgere gundê xwe, heta 1989an li gund dijî.

Piştî 89an vedigere Stembolê, di gelek kovar û rojnameyan de, ji nû ve dest bi nivîsandinê dike û di heman demê de di nava Partiya HEPê de ji nû ve dikeve nava siyasetê.

Mûsa Enter, piştî sala 1971an careke din vedigere Kurdistanê û li Amedê ji hêla hêzên dewletê ve tê girtin û bi 4 salan cezayê girtîgehê tê tewembarkirin.

Ronakbîrê Kurd Mûsa Enter di sala 1976an de piştî serbest berdana ji zîndanê vedigere gundê Zivingê û jiyana xwe li wir berdewamdike.

Di sala 1989an de careke din berê xwe dide bajarê Stembolê û di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û serpêhatiyên wî têne weşandin. Her wiha Apê Mûsa ku di gelek rojname û kovarên mîna Welat, Ülke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de nivîsên wî têne weşandin, ji hêla xwendevanan ve bi balkêşî dihatin xwendin.

Roja 20ê Rezberê sala 1992an li kolanên Amedê ji hêla grûpek faşistan apê Mûsa tê şehîd xistin û digihêje karwanê pakrewanên doza kurd û kurdistanê.

Mûsa Enter li ser berga kitêba xwe ya “Hatiralarim” de wiha dibêje:

“Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyê yê 55 sala me. Gelo ez tenê şahid im? Na! Ez her wiha mehkûm, bersuç û dozdar im “

Hêjayî gotinê ye ku apê Mûsa di gotarên xwe de pir bal dikişand ser azadiya jina kurd û rola wê di xebat û tekoşîna tevgera azadîxwaziya kurdistanî de, her wiha roleke pir girîng di tevgera rojnamegeriya kurdî de lîst.

• Xelatên Rojnamegeriyê :

Li Tirkiyê ji 1993’an şûnda Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Enter û Şehîdên Çapemeniyê tên dayîn. Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Enter û Şehîdên Çapemeniyê cara ewil sala 1993’an de ji aliyê Ozgur Gundem, piştre 1994’an de Ozgur Ulke, 1995’an de Yenî Polîtîka, 1996’an de Demokrasî, 1997 û 1998’an de Ulkede Gundem, 2000’an de Yenî Gundem û sala 2001’an de jî ji aliyê Yedîncî Gundemê ve hatibû dayîn

• Berhemên wî :

Birîna Reş – 1959

Kımıl – 1962

Ferhenga Kurdî – Stembol, 1967

Hatıralarım, cîld 1 – Stembol, 1991

Hatıralarım, cîld 2 – Stembol, 1992

Çinara Min – Stembol, Weşanên Avesta

___

Hewlêr – cezayê bidarvekirina sê bikujên Serkirdekî Rojhelat derçû

KDC

SERSAXÎ

KDC

Îtlaata Îranê Du Kurd Dane Ber Gulleyan

KDC
KDC

FREE
VIEW