Bi Sedan Doktor Û Hemşîre Ji Kar Hatine Dûrxistin

Bi sedan xebatkarên tenduristiyê yên Fransayê ji ber ku nexwestin vaksînê li xwe bidin ji karên xwe hatine dûrxistin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Fransayê Olîvîer Veran diyar kir ku hejmarek karmendên tenduristiyê ji karê xwe îstifa kirine û wergirtina derziya Coronayê red kirine.

Di meha Tîrmehê de bi deh hezaran xebatkarên tenduristiyê vaksîn li xwe nexistibûn û pişt re Serokkomarê Fransayê Emanûel Macron ragihandibû ku 15ê vê mehê ji bo karmendên tenduristiyê cara dawî bû ji bo ku herî kêm vaksîna cara yekemîn li xwe bidin.

Wezîrê Tenduristiyê her wiha da xuyakirin ku karmendên ji karê xwe hatine dûrxistin, di xizmetên piştevaniyê de dixebitin û hejmara wan 3 hezar doktor û hemşîre ne.

Li Fransayê heta niha zêdetirî 7 mîlyon kes pê ketine û zêdetirî 116,000 mirinên ji ber Coronayê hatine tomarkirin.

___

Navenda rewanda Kurdistanî-Berîtanî serdana balyozxaneya Îraqê kir û ji aliyê berpirsê dosyeya navendî ya çandî ya balyozxaneyê ve hate pêşwazîkirin 

KDC

Almanya: Polîsan 5 ji mezintirîn tora koçberên ne qanûnî girtin 

KDC

Agahdarî ji bo Dayik û Bavên li dîasporayê. Zarokên xwe ji bo hînkirin, nivîsandin û xwendina zimanê kurdî di kursa sêyemîn de qeyd bikin

KDC
KDC

FREE
VIEW