Li Swêdê Rîska Kêmbûna Nifûsa Du Bajaran Heye

Daîreya Statîstîkan a Swêdê, ragihandiye ku li Westnorland û Norbottenê wê heta sala 2040an nifûs kêm bibe.

Askandara Malm di daxuyaniya çapemeniyê de got, “Tê payîn nifûsa du bajaran li gorî îro zêdeyî ji sedî pênc kêm bibe.”

Hejmareke şaredariyên biçûk, ji ber ku hejmara koçberan zêde dibe, meyla nifûsê erênî nîşan dide. Westorland ji bilî Sandsvalê ku nifûsa wê di sala 2020an de zêde bûye, li dijî rêjeyê ye.

Malm her wiha da xuyakirin ku tê payîn heta sala 2040an nifûsa 8 eyaletan kêm bibe û ev yek jî li Westnorland û Norbotonê kêmbûna herî mezin e.

Li gorî îstatîstikên ofîsê, Westnorland di sala 2020an de 244 hezar û 600 kes hebûn û heta sala 2040an ev hejmar wê bibe 231 hezar û 700 kes.

Tê payîn ku nifûsa Swêdê di sala 2040an de ji 10,4 mîlyonî derkeve 11,3 mîlyonî.

___

Brîtanya : Dîroka karantîna ya ji bo ew kesên ku bi temamî vaksîn wergirtine hate ragihand

KDC

Neteweyên Yekbûyî; Divê Rûsya Tavilê Şer Rawestîne 

KDC

Hilbijartina desteya rêveberiyê ya Rewanda Kurdistanî-Awûstralya 

KDC
KDC

FREE
VIEW