Xwezî dayê tu sed xwezî ba!
Ji vî gelî re tu hêvî ba
Rojek tenê tu mêhvan ba
Nava kempê tu geriya ba
Li rewşa me tu çavdêr ba
Gotinên me tu guhdar ba
Ji derdê me re tu derman ba
Tu gazî û dilovan ba
Da ku dayê te bizanî ba
Çendî îro em birîndar in
Li binê Konan em dinalin
Kes bi halê me nizane
Tenê Yezadan ew dizane
Daxwaza gel îro ew e
Ew koçer ban û ne koçber ban
Di nav deşt û zozanên geliyê Welatê xwe bûma
Rênçber û bilûrvanê teriş û talanên xwe bûma
Avkêş û bêrîvana pezê bavê xwe bûma
Ceng û hawara Welatê xwe bûma
Biçî û tazî bûma li ser çî û warê xwe bûma
Parsek û pêxas bûma li ax û ava xwe bûma
Li Welatê xelkê ne bindest bûma
Navê me li Cîhanê ne Penaber bûye !..
EMEL HESEN