Konfederasyona Revenda Kurdistanî Peyamek Di 43. Salvegera Wefata Mele Mistefa Barzanî De Weşand 

Bi minasebeta salvegera wefata Barzaniyê Nemir, Konfederasyona Revenda Kurdistanî peyamek weşand û qala wê yekê kir ku Barzaniyê Nemir di dema serkirdayetiya şoreşên Kurdistanê de destkeftên mezin ji bo gelê Kurd bidest xistiye. Wek mînak rêkeftina 11ê Adarê û divê ramanên felsefî û çandî yên Barzanî ji bo niha û pêşerojê bimînin. 

Peyam:

Îro 43 sal bi ser wefata Mele Mistefa Barzanî yê rêberê şoreşên Kurd û rêberê tevgera azadiya Kurdistanê re derbas bû. 

Mele Mistefa Barzanî ku navê wî yê tam Mistefa kurê Şêx Mihemedê Barzanî ye, di 14ê Adara 1903an de li gundê Barzan ji dayik bûye û di 3 saliya xwe de piştî dîlgirtina birayê xwe yê mezin Şêx Ebdulselam 9 mehan girtî maye.

Di sala 1919an de beşdarî di şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd de kir û serkirdayetiya grûpeka 300 kesî kir. Di sala 1920an de birayê wî Şêx Ehmed Barzanî ew şand cem Şêx Se’îdê Pîranî yê Bakurê Kurdistanê ji bo ku hevkariya şoreşa wî bike. 

Di şoreşên 1931-1932an de ji bo parastina herêmên Mêrgesor û Şêrwanê fermandarî ji hêzeke mezin re kir ku li dijî hêzên Îngilîz şer kir, ji hingî ve weke rêberekî leşkerî yê jêhatî tê naskirin.

Di sala 1932an de Hikûmeta Iraqê bi piştgiriya Îngîlîzan êrîşî Hêzên Kurdan kir û di encama van êrîşan de Şêx Ehmed Barzanî hat girtin û Barzanî jî serkêşî û ji nû ve birêxistinkirina Hêzên Kurdan kir.

Di 15ê Tebaxa 1945an de damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Îranê hate ragihandin û di 22ê Çileya 1946an de di merasîma çapemeniya Komara Kurdistanê ya li Mehabadê de Mele Mistefa Barzanî wek fermandarê artêşa Komara Kurdistanê hat wezîfedarkirin û pileya “General” wergirt.

Barzanî weke serkirdeyê şoreşê û serkirdeyekî nîştimanî şiya di dirêjahiya jiyana xwe de Kurdan di çarçoveya şoreşê de organîze bike û parastina mafên neteweyî bike û gelek destkeftan bidest bixe. Loma divê Barzanî wek semboleke neteweyî ji bo tevahiya Kurdan were dîtin û nebe mal û milkê hizbî. 

Peymana 11ê Adarê yek ji girîngtirîn destkeftiyên şoreşê bû. Her millet bi serok û serkirdeyên xwe yên neteweyî serbilind in ku wan wek remz qebûl dikin û bi rêzdarî li têkoşîn û helwesta wan dinerin. Ew milletan diparêzin û neviyên wan jî sûdê ji vê ezmûnê û rabirdûyê werbigirin da ku di pêşerojê de şikestin çênebe. Em Kurd wek milletên din divê xwedî desthilat bin li welatê xwe û li ser xaka bav û kalên xwe bin.

Divê em di çarçoveya berjewendiyên xwe yên neteweyî de pîrozbahiyeke weha bikin ku bibe cihê aştiyê, biratiyê, jiyana bi hev re û qebûlkirina hev da ku em bikaribin planên dijminan bişkînin. 

Divê ramanên felsefî û çandî yên Barzanî ji bo niha û paşerojê bibe bingeha karkirinê. Şoreşa Kurd her dem mala her kesî bûye û sîwana her kesî bûye. Efûya giştî ya Barzanî piştî sibeha 11 Adarê, nîşana mezinbûn û zanîna yekrêzî, hemahengî, biratî û jiyana bi hev re bû.

___

Metirsiya Destpêkirina Şerê Keşmîrê Heye

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ji Bo Roja Zimanê Zikmakî Peyamek Weşand 

KDC

Peykerê jina kurda, êzîdî, dayîk(Gulê).

KDC
KDC

FREE
VIEW