Metirsiya Destpêkirina Şerê Keşmîrê Heye

Pevçûna di navbera Pakistan û Hindistanê de li ser Keşmîrê careke din destpê dikiye û 7 kes ji aliyê Misilmanên tundrew ve hatine kuştin.

Alozî li Keşmîrê çê bûye ji dema ku Talîban Afganistan bi dest xistîye û Washington Post ragihandiye ku 7 sîvîl ji layê Musilmanên tundrev ve li herêma Himalaya ya Keşmîrê hatine kuştin.

Li gorî rojnameyê, yek ji wan kesan Hindî bûye, li bajarê Srînagar a ku piraniya şêniyên wê Misilman in ew li wir xebatkarê dermanxaneyê bû.

Keşmîr herêmeke wisa ye ku nakokiyên di navbera Pakistanê û Hindistanê di asta bilind de ye û ji sala 1947an û vir ve her du alî xwe wek xwediyê wir dibînin, lewma li ser vê yekê sê şerên mezin kirin.

Di salên 1990î de komên misilman ên tundrev şerê Hindistanê kirin da ku serxwebûna Keşmîrê pêk bînin, an jî tev li Pakistanê bikin, ji ber vê bi deh hezaran kes koçber bûn.

Hikûmeta Hindistanê, Pakistanê bi handana Artêşa Mihemed tawanbar dike ku êrîşî Keşmîrê bike, lê Pakistan dibêje ku ew tenê piştgîriya dîplomatîk û wêjeyî dişîne gelê Keşmîrî.

KDC

FREE
VIEW