Îtlaat Nahêle Kurd Newrozê Pîroz Bikin 

Bi nêzîkbûna Cejna Newrozê ya Kurdî re, hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamî ya Îranê gef li dehan çalakvanên Kurd xwariye.

Li gor nûçeya Hengawê roja sêşemê, 8ê Adarê 2022an artêşa Pasdaran 300 endamên encûmena şaredariyê û gundên dora bajarê Sineyê kom kiriye û ji wan re gotiye ku divê hemû rê bêne girtin û Newroza îsal di bin kontrola eskerî de bin û heger ne wisa be rê nayê dayîn wê nehêlin pîrozbahî bêne kirin.
Di heman civînê de roja Sêşem û Çarşemê nêzî 50 welatî û çalakvanên Merîwanî ji aliyê îstixbarata artêşê ve hatin gazîkirin ku tevî gefxwarinan jî sozên nivîskî wergirtin ku beşdarî merasîmên Newroza îsal nebin.

Li gundê Sardeş a Merîwanê jî bang li 10 kesan hatiye kirin û gef li wan hatiye xwarin.
Roja Çarşemê bi telefonê gef li hinek Tengîseriyan jî hatiye xwarin ku hinek ji wan hatine gazî kirin.

Di heman demê de bi dehan çalakvanên Kurd ji aliyê navendên ewlehiyê yên bajarên Bane, Serpêl Zehaw, Ciwanro û Seqizê ve hatine gazîkirin û gef li wan hatiye xwarin ku beşdarî merasîmên Newrozê nebin.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber girîngiya siyasî û civakî ya Newrozê li Kurdistanê navendên ewlekariyê her sal gelek zextan li çalakvanên Kurd dikin û bi dehan ji wan têne desteserkirin. Di salên dawî de gelek kes ji ber ku beşdarî merasîmên Newrozê bûne ji aliyê dadweriya Îranê ve cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.

___

Tahir Hewramî pêşwazîya xatûn Ronak Mewlûd kir  

KDC

kombûneka berfireha konfedresyona rewanda Kurdistanê hat sazkirin 

KDC

What the flat repo rate means for buyers, sellers and owners

kurdish dc
KDC

FREE
VIEW