DanKurd Wê Di Bin Sîwana Navenda Revenda Kurdistanî De Çalakiyên Werzişî Bike 

Koma DanKurd ku ji yanzdeh kom û heft tîman pêk tê û xwedî 25 lîstikvanên Kurd e, li jêr ala Kurdistanê. Ji vir û pê ve wê di bin sîwana Navenda Revenda Kurdistanî de çalakiyên xwe yên werzîşê bikin.

Koma DanKurd di sala 2018an de hate avakirin û bi çar kesan dest pê kir ku sê ji başûrê Kurdistanê û yek jî ji bakurê Kurdistanê bûn.

Hêjayî gotinê ye ku wan cara yekem di pileya 5an de lîstin, niha jî di rêza çaremîn de dilîzin û di pêşerojê de wê xebatên xwe ji bo lîstina di rêza sêyemîn de berdewam bikin.

Piştî çend civînan li gel koma fûtbolê ya Kurd Dankurdê li Danîmarkayê, Navenda Revenda Kurdistanî li hev kir ku hevkariyê bikin bo çalakiyên werzîşê. Tîm weke endamên navendê di çarçoveya proje, kar û bernameyên navendê de xizmeta werzîşê bike û Navenda Revenda Kurdistanî amadebûna xwe bo piştgîrîkirina proje û xebatên ciwanên Kurd nîşan da.

Hemû endamên vê komê bi kêfxweşî bûne endam û nûnerê komîteya rêveberiyê, weke desteya rêveberiya navendî û serokê beşa werzîşê derbasî navenda me ya li Kopenhagê bûn.

Bê guman Navenda Revenda Kurdistanî ku yek ji erkên wê ye, hembêzkirina werzişvanan û dabînkirina derfetan bo gihiştin û serkeftina zêdetir, pêşvebirina ciwanên Kurd û peywendiya bi her kesekî re ku têkilî bi Kurdan re datîne.

KDC

FREE
VIEW