Navenda Revenda Kurdistanî Li Norwecê 

Aştî Germiyanî – Hollanda

Piştî yekemîn kongreya Navenda Revenda Kurdistanî li derveyî welat di Berfanbara 2021an de li paytexta Kurdistanê, Hewlêrê, pirranîya navendan li welatên xwe çalakî, civîn û kombûn berdewam in û her dem amade bûne ku navenda biryarê bin di bûyerên li derve. Navenda Revenda Kurdistanî li Norwecê, berî kongreyê û piştî kongreyê her dem çalak bûn û amade bûn ku bibine dengê revenda Kurd li derveyî welat ji bo dezgeh û hukûmetê.

Birêz Dr. Nûredîn û endamên Navenda Revenda Kurdistanî roja 27.03.2022an di hevdîtinekê de li gel balyozê Iraqê Dr. Elî li Oslo civiyan û qala rewşa Iraq, Kurdistanê û rewşa giştî ya siyasî kirin. Navenda Revenda Kurdistanî li Norwecê êvarê jî li mala Dr. Elî, xwarinek bi kesayetekî Fasî re hat saz dan û tê de behsa pirsgirêkên siyasî yên Iraqê û Kurdan li derveyî welat û peywendiya wan a bi balyozxaneya Iraqê re hat kirin ku hêsankarîyan ji wan re bikin, i taybetî li konsolxaneyan di warê karên rojane de. Bê gûman birêz Sefîr gelek kêfxweş bû û got wê zêdetir bala xwe bide daxwazên Navenda Revenda Kurdistanî. Dr. Elî Balyozê Iraqê yê li Osloyê ji şanda Navenda Revenda Kurdistanî re got ku deriyê wan ji bo we vekirîye û hûn dikarin di her pirsgirêkekê de rasterast bi wî re têkiliyê deynin.

KDC

FREE
VIEW