Platforma Kurdên Li Hambûrgê Serhildana Qamişloyê Bibîranî 

Serhildana Qamişlo ji aliyê Platforma Kurdên li Hambûrgê bi peyamekê hate bîranîn.

Peyam:

Em wek Platforma Kurdên li Hambûrgê 18. salvegera Serhildana Qamişloyê bibîrtînin. “Çirûska serhildanê li Qamişlo di maçeke fûtbolê de destpêkir, bi rihekî fedakar sîstema zilmê qebûl nekirin û ji Efrînê heya Dêrikê, Heleb û Şamê temamê Kurdan serî hildan.
Di serhildanê de planên rejîmê têk çûn. Kurd benda tirsê şikandin û ew bû rêya şoreşa di sala 2011an de. Serhildana Qamişlo di 12ê Adara 2004an de di dema li Qamişlo maça fûtbolê dihate lîstin, Ereb di leha Saddam Huseyn de sloganan gotibûn û Kurd jî wan slogan û zilma Baasiyan ya ser Kurdan bi sloganan protesto kiribûn.
Şerê Kurd û Erebên Baasî ji wê derê destpêkiribû. Alîgirên Ereb li ber çavê hêzên ewlehiyê êrîşê Kurdan kiribûn. Xelk derket kolananên Qamişloyê û daxwaza ‘Kurdistana Azad’ kir.
Serhildan di demeke kurt de gihîşte Kobanî, Serêkaniyê, Heseke, Amûdê, Efrîn, Heleb û Şamê. Dema li Serêkaniyê û li Hesekeyê Ereban dukkanên Kurdan talan kirin, li Amûdê Kurdan avêtin ser qereqolên dewletê.
Li Amûdê peykerê Hafiz Esed rûxandin, ala rejîma Baasê daxistin. Hêzên dewletê terka Amûdê kirin û rejîma Baasê di 16ê Adarê de karibû vegere bajêr. Li Şamê xwendevanên Kurd, xwepêşandan kirin û Kurdên li Zorava û taxa Rukneddînê daketin kolanan.
Di encamê de ji 40 kesî zêdetir Kurd jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan Kurd hatin girtin û ew birin dadgeha Şamê ji bo darizandinê. Kurdên ku hatibûn şehîdkirin li Qamişlo bi tevlîbûna 400 hezar kesan zêdetir hatin definkirin. Alaya Kurdistanê û wêneyên Mele Mistefa Barzanî hatine bilind kirin. Heta niha jî her sal, salvegera Serhildana Qamişloyê bi çalakiyan tê bibîranîn û wê hertim di dîroka me de cîh bigire.

Platforma Kurdên li Hamburgê

KDC

FREE
VIEW