Konfederasyona Revenda Kurdistanî Alîkariya Malbatên Şehîd û Enfalkirîyan Kir

Di çarçoveya çalakiyên Konfederasyona Revenda Kurdistanî de li jêr navê dilê me bi we re ye Navendên Revenda Kurdistanî li tevahiya cîhanê bi komkirina alîkariyê bo malbatên qurbaniyên Kurdistanê kampanyayek ragihand.

Roja şemiyê selikên xwarinê li malbatên şehîdan, xaziyan, Enfalkiriyab û kêmendaman li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê hatin belavkirin.

Ev dabeşkirin bi hevkariya Rêxistina Pêşmerge ya Navneteweyî ji bo karê mirovî pêk hat ku ji aliyê Konfederasyona Revenda Kurdistanî ve tê nirxandin û teqdîrkirin.

Hêjayî gotinê ye Konfederasyona Revenda Kurdistanî berî çend mehan bi rêya navendan bi komkirina alîkariyê ji bo qurbaniyên Kurdistanê kampanyayek bi navê dilê me bi we re ragihandibû.

___

Belvbuna Korina Ii welatên Cuda

KDC

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê : Gotinên Serokwezîrê Macarîstanê yên li ser koçberan nîjadperestî ne

KDC

Derhêner Nesrîn Abdîn Pîrozbahî Li Navenda Revenda Kurd Kir

KDC
KDC

FREE
VIEW