Dawiya Kursa Zimanê Kurdî û Dayîna Bawernameyan

Navenda Revenda Kurd li derve, wekî erkê xwe kursa zimanê Kurdî bi zaravayê Kurmancî ya latînî di bin çavdêriya rasterast a navendê de vekiriye. Kurs ji çend astan pêk hatin, şeş mehan dewam kir û di heman demê de bi zanîngeha Dihokê re ji bo piştgiriya van kursan di perspektîfên xwe yên zanistî, akademîk de kursa zimanê Kurdî vekir û dema kurs bi dawî bûn, bawernameyên wan ji aliyê Zanîngeha Dihokê ve hatin dayîn wek belgeyeke fermî.
Helbet ji destpêkê ve Navenda Revenda Kurd li derve li ser zimanê Kurdî û aliyê perwerdeyê kar kiriye da ku di paşxana xebata xwe de be û ji bo vê mebestê jî bi tevahî lêçûnên van kursan ji mamoste û pêdiviyan û bernameyên taybet ji bo waneyên dersdayînê biriye û di çend mehên pêş de jî kursa zaraveya Soranî de berdewam bike û di çend mehên pêş de dê dawî li kursên xwe bînin.

Bi saya piştevanîya zankoya Dihokê û hebûna vê bawerîyê bi me re, wek navend em hêvîdar in ku zankoyên din ên Kurdistanê ber bi yek alî ve werin. Giyana Kurdî ya zankoya Dihokê ji bo ku di ayinde de bêtir xizmeta zarokên kurd bike û zimanê Kurdî di nav zarokên dîasporayê de, di nava bername û karên berdewam de hîn bike û bide nas kirin.
Em pîrozbahiyê li xwendevanên serkeftî dikin, ku dê ew di pêşerojê de kar û xizmeteke baş pêşkêşî milletê xwe bikin.
Spas ji bo hemû kesên ku li pişt serkeftin û berdewamiya kursên zimanê Kurdî ne.

___

Tahir Hewramî pêşwazîya serokê navenda rewandaa Kurdistanî-Denmark û serokê komîteya herêma Danimarkê kir  

KDC

KURDISTAN : NÛNERÊ NAVENDA REWANDA KURDISTANÎ BEŞDARÎ DI XÛLEKA GEŞKIRINA MIROVANÎYÊ Û PÊŞANGEHEKA WÊNEGIRÎYÊ DE KIR

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Beşdarî Civîna Rewşenbîrî Ya YNRKS Bû

KDC
KDC

FREE
VIEW