Brîtanya wê di nava du hefteyên pêş de dest bi dersînorkirina koçberan li Rûanda bike   

  

Tevî rexneyên rêxistinên mafên mirovan, opozîsyonê û Neteweyên Yekbûyî li her du welatan, hikûmeta Brîtanya yê nîyeta xwe piştrast kir ku dê di navvê vê mehê de dest bi dersînorkirina yekemîn komela koçberan bo Rwanda bike

Londonê diyar kir ku li Brîtanyayê dest bi agahdarkirina penaberên îllegal kirine, wê dersînorî Ruandayê bên kirin û destnîşan kir ku heta kesên naxwazin bikevin welêt divê di dadgehê de ji welatên xwe dersînorkirinê bixwazin, koma destpêkê wê di 14’ê Hezîranê de bi rêwîtiyekê ber bi Rûandayê ve bê şandin

Wezîrê Karên Hundir Prîtî Patel di çarçoveya stratejiya hikûmetê ya ji bo reforma sîstema penaberan û şikandina tora kar a qaçaxçiyan de pesnê hevkariyên bi Ruanda re da û got, “Tevî ku em dizanin hewldanên ji bo betalkirina pêvajoyê û taloqkirina dersînorkirinê tên kirin jî, ez ê xwe venegirim û pabendî bicihanîna tiştên raya giştî ya Brîtanya yê ne

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Yên li Ruandayê hatine dersînorkirin, dikarin jiyana xwe ya li wê derê bi rengekî ewle ji nû ve ava bikin .

___

Li Swêdê Berfeke Pir Bariyaye û Meteorolojiyê Hişyarî Daye

KDC

stixbarata Îranê çalakvana Kurd Soreya desteser kir

KDC

Nirxê Dolarê Wê Ji Bo 2022an Bê Diyarkirin

KDC
KDC

FREE
VIEW