Swêdê 3 Jin Û 8 Zarokên DAIŞî Wergirtine

Ajansa nûçeyan TT a Swêdê ragihand ku sê jinên bi navê DAIŞî û 8 zarok roja Pêncşemê gihîştine Firokexaneya Arlandê.

Wezareta Karên Derve ya Swêdê nexwest agahiyan li ser vê yekê bide lê di heman demê de rojnameya Express teqez kir ku her sê jin û zarokên wan ji kampa ya Sûriyeyê sibeha çarşemê ber bi Iraqê ve hatin veguhestin û ji wir jî derbasî Swêdê bûn.

Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê berî niha biryar da bû ku jinên li wan kampan dersînor bike, ku delîlên hebûn ji bo dadgehkirina wan. Swêdê berê jî çend jinên Swêdî wergirtibûn, ku nakokiyên siyasî li wî welatî çêkiribûn.

Ji wan her sê jinên ku gihîştine Swêdê, jinek ji rojavaya Swedê ye û yek jî ji Stokholmê ye û ya sêyem jî nenaskirî ye.

Polîs, xizmetên civakî, doktor, ew jin û zarok li Firokexaneya Arlandê li hev civandin û ew jin wê bi gumana sûcê şer ji aliyê endamên Daîreya Operasyona Neteweyî (NUA) ve bêne lêpirsîn.

Wezareta Karên Derve ya Swêdê berî niha ragihandibû ku Swêd neçar maye welatiyên xwe ji nû ve werbigire.

Bi qasî 11 hezar girtiyên DAIŞî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine girtin û di nav wan de 18 jinên Swêdî, 10 ji rojavayê Swêdê ne û 26 zarokên wan jî hene.

KDC

FREE
VIEW