Cîgirê serokî Konfederasyona Rewanda Kurdistanî bi hin Kurdên li bajarê Rheine dijîn re hevdîtin pêk anî 

Îro Cîgirê Serokê Konfederasyonê û endamên Komîteya Rêvebir a Navenda Rewanda Kurdistanî li bajarê Rheine ê Elmanyayê bi beşek ji Kurdên Dîasporayê yên bajêr re civiyan 

Rêkeftina îro ya 03.07.2022, Li bajarê Rheine ê Elmanyayê bi beşdariya Hewraman Elî Tofîq Cîgirê Serokê Konfederasyonê û Aram Agûb û Îbrahîm Osman weke endamên Komîteya Rêvebir a Navenda Rewanda Kurdistanî li Dusseldoref ê ji bo hin Kurdên Dîasporayê yên bajêr civîneke taybet ji bo birêxistinkirina karên navendî yên bajêr û her wiha tîma futbolê ya serbixwe ku çalakiyên xwe yên sporê di çarçoveya Navenda Rewanda Kurdistanî de li dar dixin 

Hêjayî gotinê ye, ku di maweyeka dirêj de behsa kar û erk û çalakîyên evê navendê hat kirin û paşî hîngê hevalan çend pirs û nerîn û têbinîyan pêşkêş kirin û biryar dan ku di ayindeyeka nêzîk de kombûneka din ji xwe re saz bikin û planekê ji bo ayindeyê xwe saz bikin .

___

Polonyayê Hişyarî Da Koçberan

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Dusseldorfê Bi Komeleya Serxwebûnê Û Çalakvanên Kurd Re Civiya 

KDC

Lukashenko û Merkel Wê Ji Bo Krîza Koçberan Danûstandinan Bikin

KDC
KDC

FREE
VIEW