Li Stockholm: Konferansek li ser rewşa zimanê Kurdî

Di roja 14.05.2022´ an de li Stockholmê Konferasek li ser zimanê Kurdî ji aliliyê federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, bi hevkariya Komeleya Mamosteyên Kurd li Swêd pêk hat.
Berî konferans dest pê bike, sembola berxwedanê Lelya Kasim ku di 12´ Gulanê de hatibû şehîdkirin, hate bibîr anîn û bi vê munasebetê deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên Kurdistanê hat e girtin û konferan dest pê kir.

Konferans ji du beşan pêkhatibû.
Beşa 1:em
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd Kovan Amedî, li ser xebatê Fedederasyonê bo zimanê kurdî, hevkarî û piştgiriya Federasyonê bi dezgehên Kurdî li Kurdistanê ku li ser perwerdeya zimanê Kurd kar dikin û hevkariya bi mamosteyên zimanê Kurdî re li Swêd, axaftinek pêşkeş kir. Dû re mêvanên ku li ser Skype yê beşdarî konferansê bûn, wezîrê Perwerde Alan Hamasaee Salih li ser rewşa perwerdeya zimanê Kurdî li Başûrî Kurdistanê, bi hûrgilî Kurdî behs kir. Her usa li ser perwerdeya bi digital jî agahdariyek da beşdarên civînê. Piştî axaftina Wezîr, ji beşdaran gelek pirs li hate kirin. Wezîr Alan Hamaseesd Salih, bersîva hemû pirsan da û ji bo alîkariya perwerdeya zimanê Kurdî li derveyê welat piştgiriya xwe nîşan da.

Ji Tevgêra Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî jî, li Ser xebata zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê,
Ji Komeleya Hezkurd Av. Suphî Ozgen jî li ser xebata Komeleya Hezkurdê ji bo zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê, her usa ji Însîyatîfa Mamosteyên Zimanê Kurdî Demhat A. Yildiz jî li kar û xebatên kampanyaya Zimanê Hilbijarte li Bakurê Kurdistanê, li ser programa Skype yê axivîn. Ji Zankoya Qamîşlo Zimannas Canda Arafat jî li ser rewşa perwerdeya Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê sekinî. Pevîste bê gotin ku axatvan bal kişandin li ser gelek xebatên baş û astegiyên ku derketinê pêş wan, çi ji aliyê dewleta Tirkiyê çi jî ji rewşa civata Kurd ku nuha tê dane.

Di beşa 2:em de jî Mamosteyê Kurdî Remzî Kerîm, Tabloya Giştî ya Dersa Zimanê Kurdî li Swêdê, mamosteyê Kurdî Mahmud Lewendî li ser Dersa Zimanê Kurdî û Meteryalên Dersê, mamosteya Kurdî Gulsum Ertekin li ser Rewşa şagirtên zimanê Kurdî li Swêd, Mamosteyê Kurdî Fehmî Kakaee li ser rewşa kitêbên dersê yên Kurdî li derveyê welat û her usa Cîgirê Serokê Komeleya Mamosteyên Kurd Mem Dogala Kampanya ya Zimanê Hilbijarte li Bakurê Kurdistanê û xebata mamosteyên Kurdî kir. Axaftvanên konferansê her pênc mamosteyê Kurdî jî , bi gelek hûrgilî rewşa perwerdeya zimanê Dayikê li Swêd anînîn ziman. Meteryalên ku di dibistanan de bikar tînin, rewşa kesên mamostatiya Kurdî dikin( yên bi dîplome û bê dîplome ne), Çewa ders dikin zarokan, dersa Kurdî çewa bi zarokan didin hezkirinê. Lê li ser astengiyên ji aliyê Şaredariyan, kêmasiyên Dê û Bavan û her usa kêmasiyên mamosteyên Kurdî jî anîn ziman. Bi giştî konferansek gelek bi kêrhatî bû.
Di vê konferansê de Kurdistan Tv û Kurdistan 24 jî beşdar bûn û beşek ji konferansê bi zindî weşandin û her usa Radio ya Aşîtî hemû konferansê li ser Facebookê bi zindî weşand.

Di dawîyê de Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd Kovan Amedî û Cigirê Serokê Komeleya Mamosteyên Kurd li Swêd Mem Dogala, spasiya axaftvanan û mêvanan kirin. Mijara konferansê gelek girîng bû, Di aletên teknîkî de hinek kêmasîyên bê hemd çê båbe jî lê bi giştî konferans gelek baş derbas bû.

KDC

FREE
VIEW