Konfederasiyona Rewanda Kurdistanê û Kurdischer Rat in Deutschland e.V. li hev civiyan 

bi amadebûna desteya rêvebirîya konfedrasiyona Rewanda Kurdistanê û ‎‏Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya kom bûn da ku şiyanên xwe yekalî bikin û karên xwe baştir birêve bibin 

Roja Duşemê 14.11.2022 Bi Amadebûna Serok û Endamên Komîteya Rêvebirîya Konfederasyonê, Serok û Endamên Desteya Rêvebirya Federasyonê, bi rêya bernameya Zoom li ser înternetê civînek hate lidarxistin. 

Di civînê de serokê konfederasyonê û endamên komîteya rêvebirinê kar û bername û kar û prensîbên karên konfederasiyon û pirojeyên rewanda Kurdistanê rave kirin û piştre kar û çalakiyên Federasyonê ji aliyê desteya birêvebirên federasyonê ve hatin gotûbêjkirin 

Ev û her du aliyan tekez li ser rewşa rewanda Kurdistanê yên li derveyî welat kirin û behsa çawetiya pêşxistina karê konfedrasiyonê kirin û pişt re jî ‎‏Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya weke ku wan ji destpêkê ve bi projeya rewanda Kurdistanê re kir û herwiha wan bi fermî endametiya xwe di çarçoveya rêkeftinên konfederasiyona Kurdistanê de ragihand û bi germî hatin pêşwazîkirin û ew dê kar û bernameyên xwe di hemû war û bin sîwana konfederasiyona Rewandî de berdewam bikin  Kurdistan dê berdewam bike 

Hêjayî gotinê ye ku ‎‏Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya ji 26 komele û rêxistinên Kurdistanî pêk tê .

___

PAŞAYÊ EFO KOÇA DAWÎ KIR

KDC

Li Jutlanda Danîmarkayê Navenda Revenda Kurd Hate Damezrandin

KDC

Şêrko Elyasî Bû Şampiyonê Laşciwaniya Welatên Skandînavyayî

KDC
KDC

FREE
VIEW