Navenda Revenda Kurdistanê li Swîsre  li bajarê Cenevre kom bûn 

Doh duşembîyê navenda Revenda Kurdistanê bi hev re kom bûn û di bareya kar û barên îdarî û komîteyên lobîyê û bîranînê de guftûgo kirin 

Civîn bi amadebûna Sîran Kakawla, Aiden Ronî, Kardo Serbaz û Baban Elyasî pêk hat, ji bo prosedurên karên îdarî û navendî û destpêkirina komîteyên lobî û bîranînê hatin kirin û di heman demê de li ser aktîvkirina xebatan jî nîqaş hatin kirin û biryara dawî jî li ser destpêkirina kar û prosedurên pêwîst ji bo pêkanîna kar hate dayîn 

Di dawiyê de biryar hate girtin ku amadekariyên kar û barên komîteyan di demeke kurt de werin diyarkirin .

KDC

FREE
VIEW