Di 2.9.2023 d
Konfederasyona Rewenda Kurdistanî bi rêya bernameya Zoomê re webînarek bo Nivîskar ( Dawed Xetarî) mamostayê zanîngehê li dar xistin bi navê Helwesta dîrokî ya Êzîdiyan û giringiya parastina wan .
Destpêkê de bi xêrhatina beşdaran û amadebûyan ji belî birêvebirê webînarê Davan Xelîl ve hate kirin û danasîneke li ser kurt jiyana berêz Xetarî ve pêşkêşkir . Piştre berêz Xetarî semîner berdewam kir bi berfirehî li ser karesatên kurdan bi giştî û Êzîdiyan bi taybetî û tiştên ku di warê jenosîd, çewsandin û sitemkar yê de rastî wan hatine , piştre bi danasîna ola Êzîdî û li ser her sî olên êzîdî Yarsanî û elewî sekinî. û cudabûna Zerdeştiyê ji êzdiyatiyê, bal kişand bi axiftina xwedê li ser Melekê Tawûs û çawa ji nûra xwdan ve hatiye çêkirin,û li ser Şêx Hadî û sûfîzmê ya wî
û her wiha li ser hejmara bajarên êzdiyan û wêrankirinên 161 bajarî û tiştên ku bi salan de rastî wan hatiye û şerê vê olê bi hemû awaî hatiye kirin tanî roja îro em dibînin bê çawa li Şengal û bajarên din çi hatin serê wan ji qrkirinê jitalankirinê.Di dawiyê de deriyê pirsan ji aliyê beşdaran ve hat vekirin û bi pirs û pirsiyarên xwe wbînar dewlemend kirin.
Hêjayê gotinê ku axaftin li ser cejnên Êzîdiyan û ava zemînê û Erfatê hatin kirin, û ku gelek efsaneyên wan jî hene .