Deverên dûr û çiyayî yên Hewramanê şahidê çanda xelkê Hewramanê ne. Hewramî li herêmê weke eşîreke Kurd ji 3 hezar sal berî zayînê ve li wir dijîn, karên wek cotkarî, çandinî û xwedîkirina ajelan dikin. Li dilê çiyayên Zagrosê, li bajarên Sine û Kirmaşanê yên li ser sînorên rojavayê Îranê ji du beşên sereke pêk tê: ji naverast û rojhilat Jawero û Text (li bajarê Sine), ji rojava jî Lihon (li bajarê Kirmaşanê)
Awayê jiyana Hewramiyan bi rengekî ku xwe bi xweza û dijwariya herêmê re adapte kirin e. Bînasazî û çêkirina xaniyan li deverên qurs, çandina daran li ser zinar û deverên çiyayî, şêwaza xwedîkirina heywanan û koçkirina demkurt a cotkaran yek ji diyardeyên herî berçav ên jiyan û çanda Hewramiyan e ku bi salane li ser erd û deştên bilind li gorî demsalan (zivistanan li gund û havînan li baxçeyan) dijîn.
Bi berdewamî li herêmê man e û jiyan e, bi gelek taybetmendiyên xwe yên veqetandina hawirdor, taybet tên naskirin û ev taybetmendî li ser kevir, şikeft, stargeh, çiya, cihên demkî û herdemî, cih, goristanan, rê, gund, keleh û gelek tiştên din tên neqandin.
Ew 12 gundên di projeyê de ne, şahid û delîlên li gel nebûna erdê bi bereket li herêmên xwe yên çiyayî, gelê Hewramanê karibûn bersiveke baş bidine xwezayê û xwe pê re adapte bike.