Tîma Kurdên Brîtanya dawiyê bi xuleke Futbolê anîn

Yaneya Kurdên Brîtanya ya ser bi Navenda Revenda Kurdistanî – Londonê ji bo sala duyem karîn xuleke Topapiyê (Futbolê) ya şeş yarîzan û lîstikvaniyê ji bo Kurdên navçeyê vekin ku çend tîm û çendîn yarîzanên Kurd têda beşdar bûn.

Roja yekşema 23.06.2024 dawî bi wê xulê hat ku Yaneya Kurdên Brîtanya ya ser bi Navenda Revenda Kurdistanî – London vekiribû. Yarî û lîstoka dawî ya li navbera tîma Kurdan VS û tîma Nalî de, tîma Kurdan bi lêdaneke yek alî ker bûne şampiyon û qehremanê vê xulê.

Mufîd Cewher Serokê Yaneya Kurdan destxweşiyê li hemû tîm û werzîşvanên Kurdên beşdarbûyê xulê kir. Di heman demê de ji bo piştgîrî kirina wan spasî Navenda Revenda Kurdistanî – Londonê kir. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku vekirina van xulan ji bo rewşa psikolojî, derûnî û bedenî û komkirina çendîn werzîşkarên Kurd û hevdû nasîn û bi hev re derbaskirina demeke xweş, gelek pêwîste.

Li vê xulê da 10 tîm û zêdetirê 150 wezîşvanên Kurd têda beşdar bûn.

___

Navenda Revenda Kurd Bi Federasyona Kurdên Rûsyayê re Hevdîtinek Pêk Anî

KDC

Cîgirê Serokê Federasyona Revenda Kurdistanî Kanadayê bi Serokwezîr re hevdîtin kir

nusar1

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Peyamek Di 43. Salvegera Wefata Mele Mistefa Barzanî De Weşand 

KDC
KDC

FREE
VIEW