Li Rojava daxwaza çareserkirina dosyeya girtiyê DAIŞê tê kirin

Rêveberiya Xweser ya bakurê rojhelatê Sûriyê 5 pêşniyazan bo çareserkirina pirsgirêka girtiyên DAIŞê pêşkêşî welatan dike.
Berpirsê Peywendiyên Derve Ebdulkerîm Omer û Serokê Ofîsa Karûbarên Koçberan Şêxmûs Ehmed eşkere kirin ku wan ji welatên biyanî û Erebî xwestine ku welatiyên xwe werbigrin û li welatên xwe dadgehî bikin.
Ebdulkerîm Omer û Şêxmûs Ehmed ragihandin, wan 5 pêşniyaz pêşkêşî welatan kirine ku malbatên çekdarên DAIŞê werbigirin, alîkariya Rêveberiya Xweser bikin di dabeşkirina Kampa Holê û kontrolkirina wê de ku rêjeya tawanan têde zêde bûye û herwiha lezê bikin di avakirina navendên çaksaziyê de.
Herwiha herdu berpirsên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku yek ji wan daxwazan jî pevguhertina zanyariyên istixbaratî ye bo dûrxistina metirsiya DAIŞê.
Avakirina dadgeheke navdewletî bo darizandina girtiyên DAIŞê li navçeyên di bin destê Rêveberiya Xweser de, jî yek ji daxwazan bûye.
Tê zanîn ji destpêka şerê nehêştina DAIŞê û heta weke îro, bi hezaran dîlên DAIŞî di zîndanên rêveberiya xweser de ne, û bi hezaran ji jin û zarokên wan jî li kampa Holê ya li rojavayê Kuristanê de ne, û heta niha piraiya welatên wan li wan xwedî derna kevin û ev jî bûye zêdebariyek li ser desthilatdarên wê deverê.

___

Lîreyê Tirkî Gelekî Daketiye

KDC

Rûsyayê Berhemên Tirkiyeyê Qedexe Kiriye

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Cejna Serê Salê Li Êzidiyan Pîroz Kir

KDC
KDC

FREE
VIEW