Navenda Revenda Kurd Serdana Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan Kir

Îro Navenda Revenda Kurd li derve serdana Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov kir, ew ji aliyê serok û rêvebirê giştî yê beşa qanûnî ve hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de qala çend pirsên girîng hat kirin û biryar hat dayîn ku têkilî û hevkariyên baş di navbera Navendê û Desteyê de bêne bi cîh kirin.

Îro roja pêncşemê di 12.08.2021 an de Hewraman Elî Tewfîq berpirsê ragihandinê yê Navendê û Kejal Derwêş berpirsê beşa peywendiyên giştî yê serdana Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê kirin û bi seroka desteyê Dr. Mûna Yohana û rêvebirê giştî ya beşa qanûnê Tavge Omer re qala armanca Navenda Revenda Kurd li derve kirin.

Di hevdîtinê de bal kişandin ser armanca çêkirin û xebata Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt ji bo serokê Desteya Mafên Mirovan ku weke Navenda Revenda Kurd armanca damezrandinê xizmeta ji bo yekitî û civandina çînên cûda yên Kurdan e di bin sîwaneke neteweyî de bêyî cihêkarî di ol û îdeolojiyan de û karkirin li ser doza Qurbaniyên Enfalê yên Kurd ji Kurdên Feylî heta qirkirina xwişk û birayên Êzidî.

Li ser mijara Enfalkirina gelê Kurd ji aliyê rejîmên li dû hev û qirkirina dawî ya Êzidiyan de Dr. Mona xweşhaliya xwe anî zimên ku ew li benda gavên Navenda Revenda Kurd li derve ne ku li ser doza Enfalkirina Kurdan kar dikin. Dr. Mûna got; Navend dikare bibe deriyek ji bo Desteyê da ku ji Enfala Kurdên Feylî heta Genosîda terorîstên DAIŞê ku li Kurdên Êzidî kirin, bikaribin fermî kar bikin û bi fermî Genosîdên li Kurdan hatine kirin, bidine naskirin.

___

25 years of pvt sector mutual funds: Major reforms in the industry

kurdish dc

Komîteya Rêvebera Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ligel Komîteyên Çavdêrî Û Şêwirê Civiya

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Peyamek Ji Bo Bîranîna Enfalê Weşand

KDC
KDC

FREE
VIEW