Komîteya Rêvebera Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ligel Komîteyên Çavdêrî Û Şêwirê Civiya

Komîteya Rêvebera Konfederasyona Revenda Kurdistanî civîneke asayî bi Komîteyên çavdêrî û Şêwirê re saz kir.

Doh êvarê di 04.05.2022an de di kombûneka online de bi rêya bernameya ZOOMê Komîteya Rêvebera Konfederasyona Revenda Kurdistanî kombûneka asayî bi Komîteyên Çavdêrî û Şêwirê re li dar xist.

Piştî kombûna 24ê meha derbasbûyî ya Komîteya Giştî û dengdana Komîteyên Çavdêrîyê û Şêwirê li gorî maddeyên destûra konfederasyona, pirsigirêk hat çareserkirin û dengdan li ser hat kirin.

Di vê dîdarê de behsa çend guherînên desteya rêvebirinê û destnîşankirina endamekî nû di vê komîteyê de hat kirin û guftûgoyeke kurt li ser erkên endamên desteya rêvebir hat kirin.
Piştî qedandina civîna Komîteya Rêveberiyê, civîneke asayî bi Komîteyên çavdêr û Şêwirê re hate lidarxistin.
Piştî pêşwazîkirina wan danasînek ji aliyê Desteya Rêveber ve hat kirin û piştre endamên her du komîteyan xwe dan nasîn û xwestin ku bi vî awayî xizmetê bikin û bi konfederasyonê re hevkariyê bikin û li ser erkên xwe berdewam bin.
Bi kurtî behsa çend mijar û pirsan jî hat kirin û bi germî pîrozbahî li endamên her du komîteyan hat kirin û biryar hat dayîn ku di demeke nêzîk de komîte bi awayekî cuda bi Komîteya Rêveber re kom bibin û behsa hûrgiliyên kar û barên komîteyan bikin û bi awayekî fermî biryar hat dayîn ku komîte dest bi kar bikin.

KDC

FREE
VIEW