Hikûmeta Nû Ya Afganistanê Wê Bê Ragihandin

Ajansa nûçeyan a Afganîstanê diyar kir ku hikûmeta nû ya Afganîstanê wê di nava du rojan de bê avakirin û Rêberê payebilind ê Talîbanê Heybetûllah Axûndzade wê bibe serokê hikûmetê.

Endamê komîteya rewşenbîrî ya Talîbanê Anamela Siminkanî ji ajansa nûçeyên Afganistanê re da xuyakirin ku bê guman dê emîrê bawermendan Heybetulah Axûndzade di hukûmetê de be û dê bibe serokê hikûmetê.

Hikûmeta nû ya Afgansitanê ku wê di demek nêzik de ji aliyê Talîbanê ve bê damezrandin. Wê serokê polîtburoya vê tevgerê Ebdulxenî Berader wek wezîrê derve yê Afganistanê bê destnîşankirin û Mela Yaqûb kurê damezrênerê Talîbanê jî wek wezîrê bergiriyê bê erkdarkirin. Her wisa Xelîfe Heqanî kurê Celaleddîn Heqanî yê ku yek ji serkirdeyên tevgerê ye wek wezîrê navxweyî we bê destnîşankirin.

Di dewamê de got ku guftugoyên di derbareyê damezrandina hikûmeta nû ya Afganistanê de zû bi dawî bibin û dê pêkhateyên wê jî bêne ragihandin.

Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê dîroka ragihandina hikûmeta Efxanistanê ji hinek çavkaniyên din yên Talîbanê belav kiriye û qala wê yekê kiriye ku wê di 3ê Îlonê de hikûmeta nû bê ragihandin.

___

Navenda Revenda Kurd Bi Federasyona Kurdên Rûsyayê re Hevdîtinek Pêk Anî

KDC

Serokê şaxê şeşemîn yê Partiya Demokrata Kurdistanê serdana Federasiyona Koma Kurdistanê kir 

KDC

Hewldana Kuştina Rojnamevanê Herî Bi Hêz ê Hollandayê

KDC
KDC

FREE
VIEW