Bûbê Eser
Em baş dizanin ku Dîaspor xerîbî ye, ji welatê xwe, ji mirovên xwe, ji nas û dostên xwe bi dûrketin e.
Helbet hemî kesên ji ber zilm û zora dijjmin ji welatê xwe dûr dikevin, canê xwe ji mirin û girtinê azad dikin, mejiyên xwe hinekî firehtir, karê xwe hinekî zêdetir dikin. LÊ….
Li xerîbiyê bi cih û war bûn, helbet dibe parastin û jiyaneke nû ji bona wan kesên ji ber zilmê welatê xwe terikandine.
Em kurd jî sed sal in ku ji ber zilma dagirkerên xwe her ji welatê xwe reviyan in, çi li ewropa û çi jî li dewletên din bi cih û war bûne.
Di destêpêka bi cih û warbûna me de, her mirovê hazirî dikir, xwe amade dikirin ku şert û merc bikemile rojekê li welatê xwe veberin. Lê venegeriyan û zehmetê êdî vegerin jî…
Lê bi salan li xerîbiyê ango li Dîasporê mayîn, di jiyana mirovan de guherandininên berbi xerabiyê çê dike
Ji ber vê ye min xwest di vê nivîsa xwe de hinekî li ser vê rawestim û bînim bîra kesên li Diasporê dijîn ku vê Diasporê çi da me û çi ji me girt, bidin nasîn û zanîn.
Belê em baş dizanin ku dema agir bi welatekî dikeve, ter û hişk bi hevre dişewitîn, yên karibin xwe ji ber wî agirî bidiin alî da ku neşewitin, bi çol û çepelan dikevin.
Li welatên ku bikaribin wan biparêzin xwedîtiyê li wan bikin digerin û dibînin. Loma bi vê revê kesên ji ber wî agirê bi welêt dikeve direvin da ku ew jî neyên şewitandinê.
Wan kesanana li welatan belav dibin, xwe ji mirinê azad dikin. Li welatên xerîbiyê dixwazin bixwînin, zanabûnên xwe bêtir bikin, xwedî li zimanê xwe ê li welêt qedexebû derkevin.
Ziman, adet û çanda xwe li xerîbiyê pêşve bibe, ji bona zarok û nebiyên wan ji vê bê par nemînin çi ji destê wan tê dikin. Lê ji bîr dikin ku xerîbî ji karê bêtir zerarê dide wan kesên ji welatê xwe reviyanin.
Ez dixwazim vê bi mînakekê bidim da ku mijar başir bê fêm kirinê.
Piştî darbeya leşkerî ya di sala 1980ê li tirkiyê û li bakurê kurdisanê pêk hat ango anîn. Ev bû weke agirekî pêxistî da ku welatê me bişewitîne, mirovên me yên zane jêhatî û kêrhatî biqedînin pêk anîn.
Em gelek ji ber wê zilmê reviyan, hin kesin me di zîndanên dijmin û hiin jî ji bê xwedîtiyê jiyana xwe ji dest dan.
Weke mînak:
Em bêjin kesên ji ber pêxisina wî agirê ku dixwest welatê me bişewitîne, mirovên zane, kêrhatî û jêhatî nehêlin, yên firset dîtin reviyan. Li welatên ewropa bi cih û war bûn.
Di destpêkê de li welatên Ewropa bi cih bûn, karên baş kirin, xwedî li ziman û çanda xwe derketin, ji bona pêşvebirina wan her di nava kar û xebatê de bûn. Hingî xebitîn û pêde çûn, zarok û nebiyên xwe ji bîr kirin.
Zarok û nebiyên xwe bi wê çandê bi wî zimanê şêrîn mezin nekirin. Lê wan xwe li vê dijdandin ku vana pêşve bibin û birin jî. Karên baş û delal jî kirin.
Di nava van karan de zarok û nebiyên xwe ji bîr kirin, serpêhatiyên xwe dîroka xwe ji wan re negot in Êş û azarên welatê xwe bi re parve nekirin.
Behsa zîndana têde mabûn û êşkenciyên li wan hatibû kirinê ji zarok û nebiyên xwe re negotin. Bi vê yekê kirin ku zarok û nebiyê wan ji ziman û çanda xwe dûr ketin ew nenasîn.
Loma jî zarok û nebiyên wan bi hevre bi zimanê welatê lê dimînin, diaxifîn û bi wê çand û kulturê mezin bûn û dibin, ji gotine “Ez kurdim” pêve tiştekî din nizanin.
Loma piştî çend nivşan êdî wê bibêjin; “Bavê min an kale min kurd bû” ev jî tê wê watayê ku êdî zarok û nebiyên me ji kurdbûnê dûr dikevin.
Helbet mirov nikare vê mijarê di nivîsekê de bêje û binivîsîne. Lê hêvîdairm ku piştî vê nivîsê em ew kesên ji ber wî agirê dagirkeran li welatê me ji bona şewitandina me û we pê xistibûn, reviyan li ser vê rawestin.
Ez bi reqem û mînakekê vê vekim da ku baştir bê fêmkirinê.
Em bêjin ku em 200 kes ji ber wê zilma dagirkeran, ji ber mirin û girtin ji bakurê kurdistanê reviyan li Swêdê bi cih bûn.
Me jiyana xwe xilas kir, me kar û barên rêxistiyina xwe domand, em li zirman û çanda xwe xwedî deketin. Me xwest em zimanê xwe û çanda xwe pêşve bibin. Loma jî me bê westan li ser wan kar kir û dikin.
Lê weke min di serî de jî got; me zarok û nebiyên xwe li welatên ewropa bi wê çand û bi wî zimanî mezin nekir. Me serpêhatî û sedema reva we ji welêt û li ewropa bi cihbûna xwe ji wan re negot,
Loma ew bi zimanê biyaniyan mezin bûn, bi çanda wan hatin perwerdekirinê. Bi hevre bi zimanê wî welatê li dimînin diaxifin, ev jî dibe sedem ku me bi destên xwe zarok û nebiyên xwe ji kurbûna wan dûr xistin an dixin. Li gor min ev ne sûcê wan ê me bi xwe ye.
Em 100 an 200 kes reviyan xilas bûn, me li Swedê bi hezaran nebî zarokên xwe wenda kirin.
Em 200 kes ji mirinê xilas bûn, lê me bi destê xwe çend hezar kesên xwe kuştin, ji çand û zimanê wan dûr xistin, kurbûn di mejiyên wan de bi cih nekir.
Ji ber vê ye ku me li Diasporê gelek wenda kir. Em 200 kes xilas bûn, lê me gelek 200 kes jî wenda kir.
Gelo em, partî û siyasetmedarên me, rewşenbîr û bîrewirên me, em çiqasî li ser vê sekinîn û lê kolan ku me ji vê Diasporê çi qezenc kir û çi wenda kir.
Wendakirin normal e, lê divê mirov li ser vê raweste da ku em ê çawa vê zerara xwe telafî bikin.
Êdî nivşek ji destê me çû û yên li dû wan hemî jî ji kîsê me, jî kîsên welatê me çûn. Li gor min em bi serneketin, me wenda kir û dikin…
Li gor min ev mijareke girîng e divê çi rewşenbîrên me, çi partî û dezgehên me yên ewropa li ser vê yekê rawestin, da ku rêyek bê dîtin em zarok û nebiyên xwe wenda nekin. Ji çand û kultura wan dûr nexin.
Di televizhonên hene, li ser vê babetê bernameyan li dar xin, divê nivîskarên me li ser vê binivîsînin, partî û dezgehên me ji bona vê destûr û bernameyên nû pêşkêşî ciwanan bikin da ku ew ji çand û zimanê xwe dûr nekevin…