Navenda Revenda Kurd Li Fînlandiyayê Salvegera Referandûmê Pîroz Kir

Navenda Revenda Kurd li Fînlandiyayê bi merasîmekê salvegera referandûmê pîroz kir û beşdaran jî çend peyam xwendin.

Di 25ê Îlona 2021an de, Navenda Revenda Kurd li Finlandayê merasîmeke taybet bo salvegera referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê li dar xist. Pîrozbahî bi sirûda neteweyî Ey Reqîb dest pê kir û pişt re deqîqeyek rêz li giyanê pak ê şehîdên Kurd û Kurdistanê hate girtin.

Di merasîmê de peyama Navenda Revenda Kurd ji aliyê Kemal Çeko ve hate xwendin û Dadger Osman jî peyamek xwend.
Di heman demê de ji siyasî yên Kurd ve peyameke pîrozbahiyê hate pêşkêş kirin û ev roj weke rojeke dîrokî û girîng di dîroka miletê me de diyar kirin.

Paşê axaftinek li ser girîngiya Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt ji aliyê Nezîr Berwarî ve hat kirin ku armanca wê ya pêşerojê ji beşdaran re rave kir û pişt re jî Omer Elyasî peyamek pêşkêş kir.

Bi pêşkêşkirina gulan, spasdarî û rêzgirtin ji bo malbatên şehîdan û Pêşmerge û kesayetiyên welêt hate kirin û qala girîngiya têkelbûna civaka Finlendî hate kirin ku li ser erkên xwe yên ji bo xizmetkirina miletê xwe berdewam bin.

Hêjayî gotinê ye ku merasîm di dema nîvro de bi dawî bû û bi şadî birêve çû.

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt

___

Serokê Herêmê: Em Spasiya Ewropayê Dikin

KDC

Nûnerê Konfederasyonê bi parlementerê Kanadayê re hevdîtin pêk anî.

nusar1

Bernî yê Swîsreyê cara duyemîn pêşwaziya însiyatîfeke siyasî ya ji bo avakirina parlamenta penaberan kir 

KDC
KDC

FREE
VIEW