Serokê Tûnisê Kanaleke Birayên Misilman(Îhwan) Girtiye

Kanala Zeytûnê ya ser bi Nehze ya Îhwana Tûnisî bi biryara serokê Tûnisê hate girtin û dê hinek ji karmendên wê li dadgeha leşkerî bêne darizandin.

Li gorî nûçeyan, ev kanal ji aliyê Hêzên Asayîşa Tûnisê ve hatiye girtin û belavkirin û dê bi biryara Serokê Tûnisê Qeys Se’îd, beşek ji karmendên wê di dadgeha leşkerî de bêne darizandin.

Tevgera Nehza ya Îslamî jî bi alozî û nakokiyên navxweyî re rû bi rû mane û bi sedan rêveberên tevgerê dest ji kar kişandin.

Di nava du mehên dawî de partiyên Îslamî li Tûnis û Fasê şikestinên mezin dîtin, hinek bi rêya kûdetayan û ya duyemîn jî bi rêya hilbijartinan.

___

Navenda Nurnbergê Civîna Xwe Ya Asayî Lidarxist 

KDC

Ji Ber Trump, DYA Wê Bi Mîlyon Dolaran Tazmînat Bide Penaberan

KDC

Li Hmaburgê 12mîn festîvala filimê Kurdî bidawî hat

KDC
KDC

FREE
VIEW