Rojnamevanekî Polonyayî Ji Bo Koçberên Kurd Serdana Ofîsa Têkiliyên Derve Ya PDKê Kiriye

Rojnamevanekî navdar ê Polonyayî ku bi taybetî li ser mijara penaberan dinivîse, serdana Ofîsa Têkiliyên Derve û DÎSKA Ewropayê ya PDKê kiriye û li ser mijara koçberên Kurd guftûgo kiriye.

Rojnamevanê navdar ê Polonyayî Machi Charnitsky ku di rojnameya Gazeta Veborcha de dixebite, li ser mijara koçberan serdana Ofîsa Têkiliyên Derve ya PDKê û Dîska Ewropayê kir û mijara koçberan nîqaş kir. Tê de trajediya koçberên Kurd ên li ser sînora Belarûs û Polonyayê nîqaş kirin.

Di serdan û civîna xwe de qala sedemên koçkirina Kurdistaniyan bo Belarûs, Lîtvanya û Polonyayê bo welatên din ên endamên Yekitiya Ewrûpayê kir. Di heman demê de rewşa koçberan li ser sînorê Polonyayê, bi rêya têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Polonya, Belarûs, Lîtvanya û gelek welatên din ên Ewropayê çareseriyek jê re bê dîtin ku ji ber nebaşiya bikaranîna penaberan ji aliyê komên mafyayan. Bi dehan ji wan ku jin, zarok, kal û pîr û kêmendam, bi taybetî jî ciwanên Kurd ji mêj ve rêyeke metirsîdar hilbijartine ku biçin Belarûsê lê ew penaber li ser sînorên Belarûs û Polonya û Lîtvanyayê avêtine daristanan.

Weha jî hat xuyakirin ku hêzên parastina sînor û bi hezaran leşker û polîsên wan welatan sînorê xwe kontrol kirine û bi lêdan û bi tundûtûjî rê li ber derbasbûna penaberan digrin û nahêlin derbas bibin. Di nav sînorên wan welatan de niha penaberên Kurd xwe di rewşeke metirsîdar de, li daristanan vedişêrin, ji xwarin, av, pêdiviyên bingehîn ên jiyanê, betanî, parastin ji serma, baran û xeteriyên din bêpar in. Bi vî rengî zarokên Kurd, ciwan û jinên Kurd derketin pêş, ku bi temamî xeteriyeke mezin li ser jiyana wan heye.

Her wiha tê zanîn ku, niha hikûmeta Herêma Kurdistanê û pilana saziyên têkildar û siyaset û stratejiyeke bingehîn ji bo şopandina qanûnekê ku rê li ber koçberiya ciwanan bigire. Di demên berê de bi dehan koçberên Kurdistanê bi vê şêweyê dijwar li ser sînorên welatan û li kampên penaberan ji ber nexweşî, birçîbûn û di nava deryayan de, xeniqîn û rastî metirsiyên curbicur hatine.

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Denîmark wê tîmeke sporê ya keçên Kurd û dibistanê veke 

KDC

Swêdê Cezaya Heps û Dersînorkirinê Li Penaberekî Biriye

KDC

Europe markets mixed on earnings; Carrefour shares soar 8%

kurdish dc
KDC

FREE
VIEW