Ji Bo Pêşîgirtina Li Koçberan, Yewnanîstan Kamera Û Radaran Datîne Ser Sînor

Hikûmeta Yewnanîstanê, ji bo pêşî li koça kaçaxî bigire, deriyên sînor bi radar û kamerayan dişopîne.

Hikûmeta Yewnanîstanê ji roja Îniyê û vir ve ji bo şopandina deriyên sînor ên bi Tirkiyeyê re dest bi danîna radar û kamerayên çavdêriyê kiriye û ev yek jî ji bo pêşîgirtina li koça ne qanûnî ye.

Li gorî agahiyên Hikûmeta Yewnanîstanê, hemû sînorên di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de bi kamerayên çavdêriyê û radaran ve têne şopandin û her radar û kamerayek dikare ji 15 kîlometreyan bo 4 nuqteyên cûda yên sînoran agahiyan bide.

Li herêmên Sufley, Didimoticho, Orestia, Tekhero, Feresû Alexandropolî, navenda çavdêriyê ya sînor ji bo agahdarkirina leşker û polîsan hatiye avakirin.

Ev kamera û radar bi 24 saetan kar dikin û tenê zanyariyan didin berpirsên xalên sînorî, weke ku di çapemeniya Yûnanistanê de jî hatiye diyarkirin, tenê Atîna dikare zanyariyên li ser sînorê Yûnanistanê û Tirkiyeyê diqewimin bizane û ev jî tê wê wateyê ku dikare hemû vîdeoyan bibîne.

___

NAVENDA NÛÇEYAN Nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarê Bêrn ê Swîsreyê serdana nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin

KDC

Amerîkayê Hişyarî Daye Dîplomat Û Hevwelatiyên Xwe

KDC

Rûsyayê Bersiv Daye Polonyayê

KDC
KDC

FREE
VIEW