Kongreya Navenda Revenda Kurdistanî li Hollandayê Hat Li darxistin

Kongreya Navenda Revenda Kurdistanî li Holendayê bi amadebûna Serok, Cîgirê Serok û Sekreterê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û nûneratiya Dîska Dîaspora ya Kurdistanî li baregeha Serok Barzanî birêve çû.
Di roja 10.01.2024´an de, bi amadebûna Serokê Konfederasyonê Îsmaîl Kamil, Cîgirê Serokê Konfederasyonê Hewramanî Elî Tofîq, Sekreterê û berpirsê karên rêxistinî yê Konfederasyonê Kovan Amedî, li bajarê Arnhem ê Holendayê, kongreya Navenda Revenda Kurdistanî birêve çû.
Di kongrê de hejmareke berçav ji Kurdên diyaspora yên ji her çar parçeyên Kurdistanê û nûnerên rêxistinên siyasî û demokratîk wekî komele û federasyonên ku li Holandayê xebat û xebatên sivîl demokratîk dikin, amade bûn.
Kongre bi axaftina heyeta Konfederasyonê dest pê kir û bal kişand ser xebat, têkoşîn û xebatên Konfederasyonê û Kurdên Diyaspora û bernameya pêşerojê.


ji bo hemû kes tevlî serkeftina vê pêvajoyê bibin, bi pêşxistina mirovên çalak û welatparêz ên ku dikarin di nava xebat û têkoşîna sivîl de xizmetê bikin ji aliyê beşdarên civînê ve hat pesindan û pêşwazîkirin.
Di dawiya gengeşî pêşniyar ji bo xebata dehatû de bi awayekî demokratîk Komîteya Birêvebir ya Navenda Revenda kurdistanî li Hollandayê hate hilbijartin. Pêvîste bê gotin ku di Komîteya Birêvebir de ji hemû beşên Kurdistanê kes cîg girtin. Kongre bi serkeftî bi dawî hat.

KDC

FREE
VIEW