Avusturya: Navenda Diyaspora ya Kurdistanê li Viennaê konferansa xwe li dar xist


Di roja 14.01.2024´an de Kongreya Navenda Revenda Kurdistanî li Vienna´yê hate li darxistin. Piştî xebat û hewildanek Navendê endam û kesên ku dixwestin bibin endamkom bike û kongreya xwe pêk bîne.
Beşdariyek yekcar zor hebû, di civînê de hejmara endaman gîhişte 100´î zêdetir. Piştî axaftina wefda Konfederasyonê, daxwaz û întreseya wan bo karên Kurdistanî hîn zêdetir bû.


Ji wefda konfederasyonê serok Îsmaîl Kamil, sekreter Kovan Amedî û Ji Ofîsa Revenda Kurdistanî sekreterê rêzdar Şîfa Barzanî, Qehreman Osman jî di civînê de beşdar bûn. Piştî agahdarî guftugoyan, hilbijartina Komîteya birêvebir dest pê kir. Ji 106 endaman 9 kes wek endamên Komîteya Birêvebir hatin hilbijartin. Di Komîteya Birêvebir de ji hemû beşên Kurdistanê beşdarî pêkahat. Civîn bi serkeftî derbas bû.

KDC

FREE
VIEW