BAVÊ FERÎD HATE BI BÎRANÎN

Di roja 31.07.2022´an de malbat Subhî Mustefa (Bavê Ferîd) ji bo yekem salvegera koça wî ya dawî, wî li bajarê Eskîlstunayê civînek bo bi bîranînê amade kirin.
Di mereasîma bi bîranînê de, nûnerên gelek partiyên siyasî yên Kurdistanî û dezgehên sivîl, kesayetiyên siyasî û hevalên wî yê nêzîk amade bûn.
Wefdek li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd û Konfederasyona Revenda Kurdistanî jî beşdarî li merasîmê kir. Li ser navê FKKS´ê û Konfederasyona Revenda Kurdistanî, serokê FKKS´ê Kovan Amedî peyamek pêşkeş kir.
Deqa peyamê wekî li jêr e:
Rêzdar Dîyar Muzûrî ji nivîsîngeha PDK´ê
Hêja Malbata Bavê Ferîd
Rêzdar nûnerên partiyên Kurdistanî,
Beşdarên hêja,
Salek li ser koça dawî ya xwedê jê razî Subhî Mustefa ( Bavê Ferîd ) re derbas bû.
Hêjayan,
Rengên me yên siyasî, ol û bawerîyên me çi dibe bila bibe, du tiştên ku her tim me tîne ba hev, şîn û şahiyên me Kurdan e. Ya girîngtir jî , şîn û bîranînên hêjayiyên me ne.
Loma, em îro li vir li hev civiyanin bo bi bîranîna, têkoşer û dilsozê doza kurd û Kurdistanê kek Subhî, bavê Ferîd.
Em spasdarê kek Subhî´yê hêja nin, ji ber doza wî ya netewî, Spasdarin ku ewladên bi xêr, welatparêz li dû xwe hiştiye…
Wek Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd û Konfederasyona Revenda Kurdistanî, carek din kek Subhi`yê hêja, bi rêz û hurmet bi bîrtînin.
Her usa îro termên 100 şehîdên Barzaniyên ku di sala 1983’an de ji aliyê rejîma Beas a Iraq´ê ve hatibûn şehîdkirin, li çolên başûrê Iraqê di gorên komî de hatibûn derxistin, li Goristana Şehîdên Enfala Barzani´yan ya li Barzanê bi merasîmekê bi axê ve hatine spartin. Em wan şehîdên Enfalê û hemû Şehîdan bi rêz û hurmet bibîr tînin.
Ruhê wa şad û cîhê wan biheşt be…

KDC

FREE
VIEW