Arjen Arî, di sala 1956an de li Nisêbînê, gundê Çalê (Omerîya) hatîye dinê. Helbestvan û nivîskarê zimanê Kurdî bû. Ji ber nexweşîya penceşêrê, Arjen Arî di 30ê Cotmeha 2012an de li Amedê Koça dawî kir.
Lİ SER BÎRANÎNA ARJEN ARÎ
Ez li ser kumka keleha Mêrdîn im,
Di bin min re bê binî xuya dike,
Beriya Mêrdîn ê û girê Kewke,
Wek hêkek sipî ye di derya bêbinî de.
Derbas dibin di ser min re
Refên qulingan
û di ber min re kerwanên Pêşmergên Qahreman
Ez wan yek bi yek di ber çavan re derbas dikim
Ala Rengîn û çekên giran
Bala xwe didim wan
Li yekî digerim di nav van refan de
Ristikvanê helbestên zimanê sêwîyan
Lawkê Çal î..
Di nav refên Pêşmergan de
Di nav refên qulingan de
Di nav refên çalakvanan de ku al li ser milên wan
Di nav ristikvanên helbesta serxwebûnê de
Gelo raste
Wê li me vegere dîsa?
Gelo carek din wê pênûs bêt bikar anîn!
Gelo wê ji me re ristên helbestan,
bihone û dîyarî bike bi wêrektî!
Axa Kurdistan axek qedîme,
Bi gelî û zinarên xwe navdar e Arjen
Di serma zivistanê de ku ar tune be,
Guher tije kevirên hesta ne Arjen..
De ka were lo,
Di berqefkê de em geş bikin agirê xwe..
Tu ji min re helbestikê bêje..
Ezê jî mizgîniya Pêşmergan û serxwebsûnê bidim te
Min bêriya te, bêriya Kumka Omeriya û bêriya welatê xwe kiriye Arjen!
Şeyhmus Özzengin
Not; Arjen berî koça dawî bike, ev berhem ji me re hiştine.
- Ramûsan min veşartin li geliyekî” (Avesta), 2000
- Ev çiya rûspî ne” (Avesta), 2002
- Destana Kawa” (Elma), 2003
- Eroûtîka” (Lîs), 2006
- Şérgele, ” (Avesta), 2008