Komek ji koçberên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê derbasî Polonyayê bûye.
Koçberên ku ji deriyê sînor ê Bruzgî yê bajarê Grondo ya Belarûsê ku piraniya wan ji Herêma Kurdistanê ne. Koçber bi ser Belarûsê re dixwazin herin nav axa Polonyayê û ji wir jî derbasî welatên din ên Yekîtiya Ewropayê bibin. Di nav wan de hejmareke zêde ya jin û zarokan jî hene û tevî hewaya dijwar û sermayê jî hewldana wan berdewam e.
Li gorî daxuyaniya Komîteya Sînor a Belarûsê, bi qasî 100 koçber ji nuqteya sînor a Bruzing-Kuznetsa reviyane Polonyayê: “Ev kes niha li ser axa Polonyayê ne. Li nêzî têldirkên Polonyayê rawestiya ne.”
Alîkarê Serokê Komîteya Sînor a Belarûsê Îgor Butkovîç li kampên li ser sînor daxuyaniyek da û diyar kir ku zêdeyî du hezar welatiyên ji welatên cuda li herêmê ne û got, “Rewş gelekî zehmet e. Ev kes ber bi welatên Yekîtiya Ewropayê ve diçin lê niha ew cîhê ku lê naterikînine.”
Butkovîç, di heman demê de got, Belarûsê tiştê ku hewce ye kiriye û tiştên pêwîst li koçberan hatine belavkirin.
Li aliyê din, Serokkomarê Belarûsê Aleksander Lûkaşînko talîmata belavkirina alîkariya însanî li ser komên koçberên li ser sînor û birêxistinkirina herêmê da.
Li dû van talîmatan, artêşa Belarûsê ji bo komkirina alîkariyan danê sibehê kon veda.
Her wiha kesên ku dixwazin vegerin welatên xwe dikarin bi rêya buroyên hevkariyê yên li kampê, bi rayedaran re têkiliyê daynin.