Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Di rojên 4-6 decemberê de kongrê konfederasyona revendên kurdistanî li Hawlêra şêrin cîgirt. 250 delege û mêvan beşdarbûn.

Herweha Cenabê serok Barzani û niwênerên piranya partiyên Kurdistanî ji her çar perçên Kurdîstanê amadebûn. 

Eva cara yekê ye ku kurdên xwedî bîr û behweriyên kurdîstanî ji gelek welatan komdibin li jêr ala Kurdistan û bi beşdariya serokê netewî Kurd jibo damezrandina konfederasyonekê ji bo revendên Kurdistanî li dervey welat.

140 delege ji navend û federasyonên endam beşdarbûn ( Almanya, Swêd, Norwêj, Belcîka, Swisra, Namsa, Britanya, Hollanda, Danmark, Finlanda, Fransa, Rûsya, Armenia, USA û Kanada).

Armancên konfederasyonê:

1-komkirina kurdên ku behweriyê dikin bi serxwebûna Kurdistanê û ala pîrozî Kurdistan.

2- pêkanîna nêzîkbûn û yekrêziyê di nav navend, federasyon, sazî û instîtuyên kurd û Kurdistanî kû behweriyê bi mafê rewayî milletê kurd dike ji bo serxwebûna Kurdistanê liser bingehên demokrasî, wekhevî, pêkvejiyan û parastina mafê merovayetî

3- peydakirina piştgiryê li Europa û cihanê ji bo Kurdistan di riya pêwendî û kar û xebata lobî de.

4- pêkanîn û bihêzkirina pêwendiyan di nav diaspora kurd û Kurdistanê de

5- geşepêdana çand, ziman û folklora kurdî û nasandina dîrok û pirsa kurd bi welatên cîhanê re.

Bê gûman di kongreyekî awa de ku konfederasyonek tê damezrandin dibe ku kemek kêmanî bê holê, yanjî hemû grûp, kesayetî û komele neyên dawekirin, lê ewa rê li tu kesî nagre ku beşdarî kar bibe. Derî vekirya ji bo hemû kesan ku behweriyê bi armancên konfederasyonê dike. Monopol ji bo vî karî tune ye û me li dijî tu kesî (grûp) kar nekiriye û emê di pêşde jî nekin. Konfederasyona me girêdana wê bi tu partiya tune ye lê em hêza xwe ji hemû partiyên kurdistanî li her çar perçên Kurdîstanê digrin li jêr sîwaneke neteweyî.

Ismaîl Kamil 

Endamê komîteya giştî

Konfederasyona revendên kurdistanî

___

KURDISTANÎ AN PARTÎZANÎ?

KDC

Têkoşîn û Jînenîgariya Pêşmerge ( Xalid Yûsif Mihmed Sylvanî )Navdar Bavê Kurdo 

KDC

Agahdarî

kurdish dc
KDC

FREE
VIEW