Konfederasyona Revenda Kurdistanî Bi Kampanyaya ‘Dilê Me Bi We Re Ye’ Alîkariyan Ji bo Mexdûrên Lehiya Hewlêrê Kom Dike

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi hevkariya Saziya Pêşmerge ya Navneteweyî ya ji bo karûbarên mirovî dest bi kampanyayeke bi navê “Dilê Me Bi We Re Ye” kiriye da ku alîkariya mexdûrên lehiya Hewlêrê bike. Hêvî dikin ku wek erkekî mirovî, olî û neteweyî beşdarî kampanyayê bibin.

Agahdarî:

Agahdarî Ji Bo Kurdên Li Derveyî Welat, Endam û Alîgirên Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi hevkariya Saziya Pêşmerge ya Navneteweyî ya ji bo karûbarên mirovî kampanyaya ‘Dilê Me Bi We Re Ye’ ji bo alîkarî û piştgiriya mexdûrên karesata lehiya rojên borî li Hewlêrê destpê kiriye. Konfederasyona Revenda Kurdistanî kampanyayeke bi navê ‘Dilê Me Bi We Re Ye’ li derveyî Herêma Kurdistanê ji bo alîkariya mexdûrên lehiya Hewlêrê ragihand û beşdariya we dê bibe helwesteke mirovî, olî û neteweyî.

Hûn dikarin alîkariyên xwe ji hesaba bankayê ya li xwarê re bişînin:

Der Kurdische Diasporaverband e-V
IBAN : DE 10 4405 0199 0071 0233 46
BIC : DORTDE33XXX

Divê hûn vê nivîsa xwarê jî dema we alîkariyên xwe şandin weke nîşe lê zêde bikin:

Verwendungszweck:
Hochwasseropfer Kurdistan

___

Swêd wê li ser 5 qonaxa ve be

KDC

Belçîka: Komeleyeke Kurdan di bin sîwana Konfederasyonê de kar dikir

nusar1

London: Navenda Rewanda Kurdistanê beşdariya semînarekê li ser çareser kirina kêşeya deverên dabirandî yên Kurdistanê kir

KDC
KDC

FREE
VIEW