Amerîkayê Bi Hezaran Geştên Ezmanî Betal Kiriye

DYAyê ji ber belavbûna Corona-Omycron, bi hezaran seferên firokeyan betal kiriye.

Li gorî daxuyaniya Flightawar, 26ê Berfanbara 2021an roja Yekşemê 5 hezar û 900 seferên li DYA hatin taloqkirin û bi qasî 1400 sefer jî hatine betalkirin.

CNNê jî ragihandiye ku di 27ê Berfanbara 2021an roja Duşemê de bi qasî 2 hezar û 200 seferên firokeyan hatinr betalkirin û zêdeyî 3 hezar sefer hatine taloqkirin.

Sedemên betalkirin û taloqkirina ger û geştê xebatkarên ku bi vîrûsê ketine û ev jî bi lez li cîhanê belav dibe.

Hêjayî gotinê ye ku di dema betlaneya Sersalê de Amerîkî piraniya seferên xwe bi firokeyan dikin û belavbûna Omycronê bandoreke mezin li geştyaran kiriye.

___

Hewldanên derbaskirina sînorê Yewnanîstan û Tirkiyeyê zêde bûn û pêşî li 40 hezar koçberan hat girtin 

KDC

Navenda Rewandî ya Kurdistanê pîrozbayî li Xanim Bêrîvanê kir 

KDC

Hilbijartinên Iraqê Rewşê Naguhere

KDC
KDC

FREE
VIEW