Du Kurd Bûne Parlementerên Norwecê

Encamên hilbijartinên parlemantoya Norwecê bo salên 2021-2025 hatin ragihandin û Bereya Çep piranîya kursîyên parlemanê bi dest ve xistin. Ji 169 kursiyan 100 kursîyên parlemanê bi dest ve xistin û bo cara yekê di dîroka wî welatî de du Kurd bûne endamên parlemanê.

Serkeftina Bereya Çep, desthilata heşt saliya Bereya Rast bi dawî anî û li gor lîsta namzedên partiyên siyasî ji bo parlementoyê du namzedên, berbijêr Manî Husên ji Partiya Karkerên Norwecê û berbijêra Partiya Sor Seher Aydar dengên pêwîst wergirtin û wek du Kurd bûne endamên parlementoyê.

Kurdê ji rojava Kurdistanê Manî Husênî ku berê serokê ciwanan ê Partiya Karkerên Norwêcê bû, li herêma Akerşûsê di nav lîsteya 25 kesî de namzetê pêncemîn bû.

Seher Aydar Kurdeka ji Bakurê Kurdistanê ye ku berê endama komîteya rêveberiya ciwanan a Partiya Sor bû, li herêma Oslo namzeta di rêza duyem de bû. Partiya Sor yek ji partiyên herî serkeftî yên hilbijartinê bû, ji ber ku berê Partiya Sor tenê xwedî kursiyeke parlamentoyê bû, lê di vê hilbijartinê de 8 kursî bi dest xist.

KDC

FREE
VIEW