Almanyayê, Weşana Kanala RT Ya Rûsî Sekinandiye

Almanyayê weşana kanala RT ya Rûsyayê ya bi zimanê Almanî sekinandiye.

Almanyayê biryar daye weşana kanala RT ya bi zimanê Almanî tê weşandin bisekinîne. Sefîrê Bilind ê Rûsyayê yê li Berlînê Sergey Niechev jî ragihand ku Rûsya wê bersivê bide lê şêweyê bersivdayînê aşkere nekir.

Sergey Niechev lê zêde kir û got, vebijarkên cuda hene û gelek rojnamevanên Alman li Rûsyayê kar dikin.

Sefîrê Rûsyayê teqez kir ku ew naxwazin tevlîheviyê dirust bikin lê hêvî dikin ku kanala wan li Almanyayê bibin xwedî maf û derfetan ku bi awayekî aştiyane bikaribin bixebitin.

___

Elmanya : Rewanda Kurdistanî li bajarê Nornbergê Newroz pîroz kirin

KDC

Navenda Revenda Kurd Pîrozbahî Li Kurdên Êzidî Kir

KDC

Du birêvebirên Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdîstanî di nav Tora G100 a navnetewî de cî girtin.

nusar1
KDC

FREE
VIEW