Di Salekê De Bi Hezaran Koçber Gihîştine Brîtanyayê

Sala borî zêdeyî 28 hezar koçber bi rêta avê ji Fransayê bi keştiyên biçûk derbasî Brîtanyayê bûne.

Ajansa Nûçeyan li ser analîzên îstatîstîkên Hikûmeta Brîtanyayê ragihandin ku sala borî zêdetirî 28 hezar koçber ji kanala avê ya Îngilîzan a di navbera Fransa û Brîtanyayê de derbas bûne.

Her wiha hatiye aşkere kirin ku qaçaxçiyên ku van koçberan vediguhêzin daxwaza pereyekî pir ji wan kirine.

Tê gotin ku qaçaxçî bi belemên plastîk ên xirab, qaçaxçiyan bi rêya avê dibine Brîtanyayê.

Di sala 2021an de 28 hezar û 395 koçber gihîştine Brîtanyayê, hejmara koçberan ji sala 2020an de sê qat zêdetir e. Bi sedan koçber li bajarê Dankix ê Fransayê li benda çûyîna Brîtanyayê ne ku piraniya wan Kurd in.

___

Konfederasyon daxwazê ji Kurdên li Danîmarkayê dike dengên xwe bidin Barîkan Îsmaîl

nusar1

Navenda Revenda Kurdistanî Li Almanya Civîna Xwe Ya Asayî Li Kolnê Li Dar Xist

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Londonê Ji Aliyê Mamoste Muşîr Ve Hat Vexwendin

KDC
KDC

FREE
VIEW