Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ji Bo 31. Salvegera Raperîna Mezin Ya Kurdistanê 

Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo salvegera Raperîna Gelê Kurd peyamek belav kir û tê de hatiye ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berhema Raperîna Mezin e û her wisa hate diyarkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember neyarên gelê Kurd û hikûmetê şiyaye parastina Herêma Kurdistanê bike.

Peyam:

Bîranîna Raperîna Mezin a 5ê Adara 1991an Başûrê Kurdistanê li dijî dîktatoriya Baasê ku li Ranyayê destpê kir û serkeftî bû. Heta niha jî dijminên gelê Kurd û Kurdistanê li dijî berhema Raperîna Mezin bûne ku ew jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye lê sebra gelê Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember hemû dijwariyan şiyaye Herêma Kurdistanê biparêze.

Bi boneya 31. salvegera Raperînê em ji her çar parçeyê cîhanê li tevahiya gelê Kurd pîroz dikin, bi taybetî li malbatên bi rûmetên şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê. Di vê salvegera pîroz de em bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin. Ev berhema fedekarî, têkoşîn û serhildanên wan bû ku Kurdistan ji bin destê Baas rizgar kirin. Em vê bîranîna weke sembola azadî, têkoşîn û mayînê pîroz dikin û hêvî dikin ku bibe cihê biratî, yekrêzî û yekdengî gelê Kurd, da ku di encamê de xewna milletê me ya mezin di çarçoveya dewleteke Kurdî de pêk bê.

KDC

FREE
VIEW