Author : KDC

Îranê Kurdekî Din Bi Êşkenceyê Kuştiye

KDC
Ciwanekî Kurd ê ji eyaleta Îlamê ku ev çend roj in li Tehranê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve dihate girtin, ji ber lêdan û êşkenceyê jiyana xwe ji dest daye. Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, roja Pêncşema 23ê Îlonê, li girtîgeha Feşafûyê, xortê bi navê Emîr Hisên Hatemî......

Kongreya Amerîkayê Vekişîna Ji Rojava Red Dike

KDC
Piraniya endamên kongresa Amerîkayê naxwazin hêzên wan ji Rojava vekişin. Komariyan bêhtir deng ji bo mayînê dane. Li gorî nûçeyeke ajansa North Press diviya piraniya endamên kongresê vekişandina hêzên Amerîka ji Rojavaya Kurdistanê pesend bikin lê belê 286 endamên encûmena nûneran li dijî vê yekê deng dan û 141 endaman......

UNICEFê Ji Bo Rewşa Zarokên Iraqê Hişyarî Da

KDC
Unicefê ji ber rewşa zarokên Iraqê xemgîniya xwe anî ziman û got ji her 5 zarokên Iraqê 4 zarok li dibistanê û li malê rastî êşkenceyê tên. UNICEFê li ser rewşa zarokên Iraqê hişyarî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku ji her 5 zarokan 4 ji wan li......

Li Rojava qedexeya hatûçûnê û xwepêşandanên li dijî giraniyê

KDC
Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji welatiyan dest bi xwepêşandanekê kir, û ew ji bi sedema giranbûna nirxên sotemenî û nan û ji ber rewşa aborî ya xerab ya xelkê deverê. Xwepêşandaran li pankartan siloganên wek (Welatê petrolê birçî ye. Giranbûna nirxê keresteyan dibe sedema hejarî, nezanî, madeyên......

Leşkerê Almaniya piştgêriya xwe jibo pêşmerge dupat dike

KDC
Li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê, şandeke bilinda leşkeriya Almanî piştgêriya welatê xwe jibo hêzên pêşmerge û dupat kir, û diyar kir ku ev piştgêrî dê di warên cida de û li gorî karîn û pêwîstiyan her berdewam bimîne. Li gorî daxuyaniyeke wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê; di hevdîtina kolonel Mayer......

Erdogan li Emerîkayê basa pirsa Kurd li Turkiyê dike

KDC
Di roja dawî ya sardana xwe de jibo Newyorka Emerîkayê, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pirsa Kurd de axivî ku van rojan bûye rojeva siyaseta Tirkiyê û got: “Li Tirkiyê pirsa Kurd tune, me ji mêj ve ev pirs çareser kir û qedand.”Erdogan ji rojnamevanan re axivî û li......

Serokê Îranê hin pirojeyan li Rojhelatê Kurdistanê vedike

KDC
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, biryare sibe înê serokkomarê wî welatî, Ibrahîm Reyîsî ji bo vekirina hin projeyên aborî û civîna li gel rayedarên parêzgeha Îlamê, serdana wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê bike.Di diaxuyaniyekê de, parêzgarê Îlamê, Mihemed Nozerî ragihand, şopandin û gotûbêjkirina pirsgirêkên xelkê, civîn û hevdîtinên li gel......

Di Mehekê De Çend Kurd Li Îranê Hatine Kuştin û Girtin?

KDC
Meha borî 19 kolberên Kurd bi teqekirina rasterast ya Hêzên Îranê jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, sê Kurd jî di encama êşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî îstatîstîkên Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Hengawê, di meha Tebaxê de binpêkirinên Îranê yên li dijî Kurdên Rojhilat......

Xelîfe Hafter Wê Beşdariya Hilbijartinên Serokatiya Lîbyayê Bike

KDC
Serokê hêzên rojhilatê Lîbyayê ji bo beşdarîkirina hilbijartinên serokayetiya Lîbyayê wê ji bo sê mehan desthilatên xwe radest bike. Xelîfe Hafter serkirdeyê Hêzên Rojhilatê Lîbyayê, li şûna xwe serkirdeyê Hêzên Çekdar Ebdulrezaq Nezûrî wek fermandeyê giştî destnîşan kir da ku bikaribe beşdarî hilbijartinên serokatîya Lîbyayê bike. Destnîşankirina wî serbazî ji......

Buhayê Petrolê Zêdetir Dibiye

KDC
Nirxê petrolê di bazarên cîhanê de hat guherandin û her bermîlek bi zêdetirî 76 dolaran tê firotin. Îro roja pêncşem 23.09.2021 nirxê bermîleke petrola brent bi 76 dolar û 37 sentan hat firotin. Nirxê her bermîleka petrola xama Amerîkayî li bazarên cîhanê bi 72 û 38 sentan têye firotin....
KDC

FREE
VIEW