Navenda Revenda Kurdistanî Li Dusseldorfê Bi Komeleya Serxwebûnê Û Çalakvanên Kurd Re Civiya 

Li ofîsa Navenda Revenda Kurdistanî li Dusseldorfê di navbera Navenda Revenda Kurd û hin kesayet, çalakvan û endamên Komeleya Serxwebûnê ya li bajarê Reina û Munîhê civînek hat lidarxistin.

Armanca vê civînê têgihîştin û xebata bi hev re di çarçoveya bername û planên Konfederasyona Revenda Kurdistanî de bû û tê de kurtiyek li ser kar û bername û çalakiyên navendê û xebata çend salên borî de hate kirin û di heman demê de qala kar û projeyan hat kirin û encamên wan ên niha û paşerojê hate kirin. 

Di civînê de guftûgo li ser sazkirina yekemîn kongreya navendê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin, gavên damezrandina Konfederasyona Revenda Kurdistanî û armancên wê yên giştî û planên pêşerojê hatin nîqaşkirin.

Di hemû guftêgoyan de her du aliyan amadebûna xwe ya ji bo hevkariyê dan nîşandan û biryar jî hat dayîn ku sînorên kar û çalakiyan berfirehtir bikin. Di heman demê de qala plan û bernameyên pêşerojê hatine kirin û biryar jî hat dayîn ku gavên pêwîst bên avêtin.

KDC

FREE
VIEW