Konfederasyona Revenda Kurdistanî Di Salvegera Topbarana Helebceyê De Peyamek Belav Kir


 
Bi boneya salvegera bombebarana Helebceyê bi çekên Napalm ji aliyê rejîma faşîst a Baas ve Konfederasyona Revenda Kurdistanî daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku yekane sedema bombebarankirina bajêr xwepêşandanên sivîl bû li dijî bombebarankirina Qeladizê, lê rejîma Baasê bi bombeyên Napalm bersiv da. Em hêvî dikin ku êdî gelê Kurd û Kurdistanê nebin hedefa çekên qedexekirî û tawanên din yên nemirovane.
 
Peyam:

Di 48emîn salvegera bombebarankirina Helebceyê de salên rojê tijî bîranînên xemgîn, tijî karesat, derbederî û wêranî û îro dîsa bîranîneke tehl a wan bîranînan e ku ji aliyê balafirên şer ên rejîma faşîst a Baasê ve hatin bombebarankirin. Gelê Helebceyê xwepêşandaneke aştiyane û medenî ya li dijî bombebarankirina bajarê Qeladizê lidar xist lê bersiva rejîma Baasê bombebarana bajêr bi bombeyên napalm bû û di encamê de zêdetirî 51 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, bêtirî 100 hevwelatîyan birîndar bûn. Topbarankirina sala 1974an destpêka tawaneke li dijî xelkê bê gunehên Helebceyê bû.
 
Em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî vê salvegera bombebaranê bibîr tînin û rêzên xwe pêşkêşî tevahiya qurbaniyên vê karesatê dikin û em ji vir bi hêvî ne ku Kurd û Kurdistan êdî nebin armanca çekên qedexekirî û jenosîd û tawanên nemirovane. Kurd niha jî di bin zilmeke mezin de ne, tawan û neheqî her berdewam in li ser Kurdan.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC

FREE
VIEW