NAVENDA NÛÇEYAN Nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarê Bêrn ê Swîsreyê serdana nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin


Duh 17ê Gulana 2022an şandeke navenda penaberên Kurdistanê li Siwîsreyê serdana nunerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li Bêrnê kir û ji aliyê nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin

Şande ji hevalên Sîran Kakewla, Şoreş û Soran Hesen pêk dihat serdana Dr.Fewzî Qadûr nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bêrnê kir

Ev şandeya han ji alîyê nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr.Fewzî Qadur ve hat pêşwazîkirin û di kombûnekê de bi armanca yekalîkirin û yekxistina Kurdistanê li Swîsra guftûgo li ser konfederalîyet û navenda penaberên Kurdistanê hat kirin

Di beşekî evê dîdarê de girîngî û girîngîya nûneratîya hikûmeta herêma Kurdistanê ya li derve û hewlên dîplomatîk ên ji bo nasandin û helwêsta herêma Kurdistanê jî hatin zelalkirin û tekezî li ser hevkarî û karên hevbeşên navbera awareyên Kurdistanê yên kû nûneratîya hikûmeta herêma Kurdistanê dikin hat kirin kû ji bo baştirkirina kar pêywîste

Di dawiya civînê de her du alî li ser vê yekê ku pêwîste hevdîtin bi kar û hevkariya navbera penaberên Kurdistanê û nunerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir nas bikin û ji aliyê xwe ve nunerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê soz da ku hevkarî û piştgîrî bidin hewldanên navenda penaberên Kurdistanê û berdewambûna civînan .

KDC

FREE
VIEW