Swîsre: Navenda Rewanda Kurdistanî li hev civiyan û civîneke taybet li dar xistin 

Navenda Rewanda Kurdistanî-Swîsra bi kesayetiyên Kurd re li Lozanê civiyan û armancên Konfederalî û Navenda Rewanda Kurdistanî ku serokê Komeleya Asmat Şerîfî Wanlî û serokê Komeleya Karkeran tê de beşdar bûn 

Doh yekşembîyê şandeyeka navenda rewanda Kurdistanî-Swîsra ku ji berpirsên navendîyê Şeran Kakewla û Şoreş Erdogan û Dr. Baban Elîyasî, Kardo Serbaz, Ronî Aydîn û karmendê rêvebirîya navendî Aras Arif Aydogan Anî û Soran Hesen pêk hatibû û bi serdaneka meydanî bo Lozanê kombûnek taybetî saz kir û bi kesatîyên navdarên Kurd re dîdar kir 

Piştî nasandina hev, behsa hewldanên afrandina konfedralî û navenda rewanda Kurdistanî li Swîsra hat kirin û behsa armanc û projeyên netewî hat kirin û têbinî û têbîniyên li ser kar û rojeva siberoja navendî hatin guhertin û biryar hat dayîn ku civînên bi vî rengî berdewam bin 

HêjayGotinê ye Serokê Komeleya Pêşvebirin, Perwerde, Çand û Mafên Mirovan a Asmat Şerîfî Wanlî Îhsan Kurd û Serokê Komeleya Komkar Ebedî Cadir tevlî civînê bûn .

___

Anglo American’s Quellaveco in Peru is the UK largest investment

kurdish dc

Çima iro pêwiste Fedrasyona Nivîskarên kurdistan li dyaspora

nusar1

Komeleya 7 : Divê Talîban Pêşî Li Welatiyên Ku Dixwazin Welêt Biterikînin Negire

KDC
KDC

FREE
VIEW